
Saziyên çand û hunerê qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kirin
- 14:42 18 Hezîran 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çand û hunerê yên li dijî qetilkirina Deniz Poyraz peyama hevpar weşandin wiha gotin:"Êriş bi awayekî organîzekirî hat kirin û ev êriş polîtîk e. Kujer diyar in."
Ji bo xebatkara partiya HDP'ê Deniz Poyraz a do di êrişa nîjadperestî ya li dijî avahiya HDP'a Îzmîrê de hat qetilkirin saziyên çand û hunerê peyama hevpar parve kirin.
Peyama saziyan bi vî rengî ye: "Bi êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hevala me Deniz Poyraz bi awayekî wehşîyane hat qetilkirin. Armanca vê êrişê qirkirina kurda ye. Êriş bi awayekî organîzekirî hat kirin û ev êriş polîtîk e. Kujer diyar in. Em êrişê şermezar dikin. Em ji malbata Denizê û gelê kurd sersaxiyê dixwazin. Em ê tu carî serî netewînin."
Saziyên peyama hevpar parve kirin wiha ne: Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, Komeleya Wêje Hune Çandê ya Jinê (KASED), MA Music Center, Şanoya Bajêr a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, Komeleya Huner û Çandê ya Dîcleyê.