
Cenazeyê Denîzê ji aliyê jinan ve hat parastin
- 18:10 18 Hezîran 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Jin ji bo flamaya kesk, sor û zer ya li ser cenazeyê Denîz Poyraz ne yê rakirin li dora cenaze bûn xelek û nehiştin ku flama bê rakirin.
Polîsan xwest flamaya kesk sor û zer ya li ser cenazeyê Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê duh hatibû qetilkirin rabikin. Li ser mudaxeleya polîsan gengêşî derket û hin kes ji dest xwe çûn.
Jinên li dora cenaze bi destên hev girtin û xelek çêkirin nehiştin ku mudaxeleyî flamaya li ser cenaze bê kirin.