DBP, KCD û HDP'ê li Dêrsîmê serdana STK'yan kirin
- 18:27 18 Hezîran 2021
- Rojane
DÊRSIM - DBP, KCD û HDP'ê di çarçoveya hevdîtina xwe ya li Dersimê ku wê di navbera 18-24'ê hezîranê de pêk bînin serdana Saziyên Civaka Sivîl (STK) kirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nurşat Yeşîl û Endama Meclîsa DBP'ê Zeynep Uren di çarçoveya hevdîtina xwe ya ku wê li Dersimê di navbera 18-24'ê hezîranê de pêk bînin serdana Saziyên Civaka Sivîl (STK) kirin.
Şandeyê di çarçoveya bernameya xwe de serdana Baroya Dêrsîmê, Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê, komeleya Pîr Sultan Abdal, Şaxa Egîtîm Senê ya Dêrsimê kir. Di serdanan de li ser pêvajoyê niqaş hatin kirin û li ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn û pirsgirêka kurd axivîn. Her wiha şandeyê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî binpêkirinên mafan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û peyama ku wê tecrîdê bişkînin dan. l