
1'emîn Konferansa Weqfa Jina Azad bi biryarên girîng bi dawî bû
- 20:15 18 Hezîran 2021
- Rojane
QAMIŞLO - 1'emîn Konferansa Weqfa Jina Azad a Sûriyê li bajarê Qamişlo hatibû li dar xistin bi hilbijartin û biryarên girîng bi dawî bû.
Weqfa Jina Azad a Sûriyê konferansa xwe ya 1'emîn bi tevlîbûna 200 delegeyên jin ji giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xisitn û bi biryar û hilbijartinan bi dawî bû. Piştî temaşekirina sivizyona derbarê kar û xebatê Weqfa Jina Azad a Sûriyê, rapora 7 salan a kar û xebatê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyê hate xwendin. Her wiha li ser rewşa siyasî ya jinê hate nîqaşkirin. Di heman demê de rêziknameya hundirîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê hate xwendin û guhertinên bingehîn têde hatin çêkirin. Paşê 5 kes ji bo rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyê hatin hilbijartin. Herî dawî konferans bi biryarên girîng bi dawî bû.
Biryar wiha ne:
* Ji bona ku jin werin parastin û bikaribin di warên azad de jiyan bikin, ji wan re cih bên amadekirin.
* Di qada çandê de jin di aliyê govend, û mûzikê de bên perwerde kirin.
* Ji bo jinên ciwan perwerdeyên cinsiyetparêzî û qad werin vekirin.
* Ji bona zarokan di werzê havînî de wargeh werin vekirin.
* Amadekirina vekirina bexçeyên bi navê Arî.
* Ji bona zarokên keskesora alan yên temenê wan dibe 16 salî, ji wan re cihekî taybet were dîtin an jî di warên pîşeyî de werin perwerde kirin.
* Hemû Weqfên Jin ên Rojhilata Navîn dikarin werin gel hev.
* Kampanya perwerdeyê weke werş, atolye, civîn, semîner were despêkirin.
* Mijara pedegojî ya zarokan were kur kirin.
*Ji bona xizantiyê werşên pişeyî di aliyê madî û manawî de werin pêşxisitin, beşek ji darayî ji wan re were veqetandin.
* Jina ku xizantiyê jiyan dikin, bikaribin werin perwerde kirin û bibin xwedî pîşe.
* Perwerdeya demokratîkkirina malbat û guhertina mêr were esas girtin.
* Ji bona kevneşopî werin parastin ciwan werin perwerde kirin.