
Ji bo Deniz Poyraz li Mêrdînê çalakî hat lidarxistin
- 08:39 19 Hezîran 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê têkildarê qetilkirina Denîz Poyraz li ser dîwaran dirûşme nivîsîn û qetlîam şermezar kirin.
Li navçeya Qosera Mêrdînê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê têkildarê qetilirina Denîz Poyraz li ser dîwaran nivîs nivîsîn û bi çalakiya xwe qetlîam şermezar kirin. Li ser dîwaran dirûşmên weke “Wê Denîzek here û bi hezaran Denîz werin”, “Ne Şîn e li gel me Serhildan heye”, “Denîz Poyraz Namire”, “Şehît Namirin” û “Wê Jinên Ciwan Hesabê Qetlîamê Bipirsin” hatin nivîsîn.
Nivîsên li ser dîwaran hatine nivîsîn di medyaya civakî de hatin parvekirin û rastî eleqeyek mezin hat.