Li gundê Denîz Poyraz meş hat lidarxistin
- 13:56 19 Hezîran 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Têkildarê qetilkirina Denîz Poyraz TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê û Dayikên Aştiyê li gundê ku Denîz Poyraz lê ji dayik bûye meş li dar xistin û daxuyanî dan.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo Denîz Poyraz li gundê ku lê ji dayik bûye Xirabê Mirişkê yê girêdayî navçeya Mehserta Mêrdînê ye meş li dar xistin û li ber deriyê avahiya Denîz Poyraz daxuyanî dan. Bi dehan jin bi posterên Denîz û pankartên ku li ser "Denîz Poyraz Nemir e" hatine nivîsîn re meşiyan û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", " Denîz Poyraz Namire" hatin berzkirin.
'Denîz nemir e'
Li ser navê TJA'yê Perîhan Altindag axivî û got: "Em ji gundê Denîz heyanî Mêrdîna Biçuk Kadîfekaleyê dayika wê Fehîme Poyraz slav dikin. Em bejna xwe li ber sekna wê ditewînin. Denîz, Denîza me hemuya ye. Em ê li ser şopa wan bin. Em ê hesabê qetlîamê bipirsin. Em ji qetilkaran re nahêlin."
'Em ê tim sekna xwe biparêzin'
Berdevka Dayikên Aştiyê Perîhan Altug jî mafê axaftinê girti û got:"Em hemû Denîz in û dayika wê ne. Gelek Denîz di ber vê riyê de can dan. Em ê li pey şopa wê bin. Bila kes nebêje wê kurd xilas bibin. Me sekna dayikên me di kesayeta dayika Denîz de dît. Em ê tim serbilind bin."
'Qetilkar diyar in"
Pero Dundar jî bal kişand ser qetilkarên bûyerê û wiha got: "Em qetilkaran û yên ku wan qetilkaran teşfîq dikin jî nas dikin. Bila kes nebêje kujer hestiyar bû, serxweş bû an jî dîn bû. Van hêncetan hilnedin û heneka jî nekin. Kujerên li Rojava, li Enqere û her deverê kurdan dikujin diyar in. Bi vê qetlîam û êrişê re jî xwestin peyamekê bidin gelê kurd. Sîstem dijminatiya kurdan enjekteyê gel dike. Ev jî encamên wê ne. Em hesab jî ji qetilkaran bipirsin."
Piştî daxuyaniyê bi dirûşm û çepikan daxuyanî bi dawî bû.