ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
- 09:00 20 Hezîran 2021
- Rojev
*Nesrîn Kahraman ku li aliyekî pirsgirêka debarê dijî û li aliyê din jî ji bo kurê xwe yê ku hişbirê bi kar tîne hunermendiya kolanê dike, diyar kir ku tu saziyeke ku serî lê dayê alîkarî nedayê û got ji ber ewlehiya canê xwe bi fikar e.
DÎMEN HEYE
*Arjîn Yuksekbag a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, diyar kir ku nameya ku ji Dersîm Dag a HDP’î re şandiye ji aliyê îdara girtîgehê ve hatiye xwendin û wiha got: “Nameyên ji saziyên fermî û kesan re tên şandin bi tu awayî nikare bê vekirin û xwendin, nikare bê kontrolkirin. Lê girtîgeh rêziknameyê tune dihesibîne mafê girtiyan xesp dike. Ev helwestek siyasî ye.”
*Navenda Nûçeyan-Gotina gumanbarê ku Denîz Poyraz ya HDP’î qetil kir ya wekê ‘min berdin’, tifaqa ‘çapemenî, daraza û polîs’ û deşîfrekirina bûyerê datîne holê. Yên naxwazin wêneyên mezin bibînin nikarin êdî civakê bi gotinên ‘provakasyonê’ bixapînin.
*Piştî qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê, li Cizîrê di 17’ê Hezîranê de zaroka nû ji dayik bû navê "Denîz Poyraz" lê hatibû kirin. Dayika Denîz Poyraz a biçûk anî ziman ku êdî bila Denîz neyên qetilkirin û got: “Denîzek hat qetilkirin, lê em Denîzên nû mezin dikin.”
*Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li piştperdeya qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'yî bloka îqtîdarê heye û got ku wê têkoşîna HDP'ê berdewam bike. DÎMEN HEYE
*Jinên HDP'yî diyar kirin ku gotinên îqtîdarê jin û HDP'ê hedef nîşan didin, anîn ziman ku wê gel bêhtir li dora HDP'ê bibin xelek û wê "Denîz Poyraz" neqedein. DÎMEN HEYE