
Li Eyn Îsayê 4 kes hatin qetilkirin
- 11:28 4 Tebax 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin.
Tirkiyeyê bi tankan êrişî gundê Sefawiyê yê bajarê Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de cih digire, di êrişê de mala malbata Xelef Zeyd Îsa hedef hatiye girtin. Di êrişê de Zeyd Xelef El Îsa (54) û zarokên wî Ziyad (12), Mûne û Hûda jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê dayik û zarokeke din ên di malê de agahî nehatin bidestxistin.