NAV-BEL bertek nîşanî biryara Komîteya Wezîran da

  • 21:10 18 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - NAV-BEL daxuyand ku biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin, armanc dike ku têkoşîna Abdullah Ocalan  û gelê Kurd sînordar bike û banga xurtkirina hevgirtinê li civaka Kurd û dostên wan ên li Ewropayê kir.
 
Di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di 15-17’ê Îlonê de pêk hat, mijara "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat rojevê. Komîteya Wezîran ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo pêşkeftina bilez a di pêkanîna mafê hêviyê û tedbîrên ku hatine girtin heta Hezîrana 2026'an agahiyê bide. NAV-BEL’ê diyar kir ku ev biryar ji gavên sembolîk wêdetir naçe û banga xurtkitina hevgirtinê li civaka Kurd û dostên wê yên li Ewropayê kir.
 
Di daxuyaniya NAV-BEL’ê de wiha hat gotin: "Her çiqasî ev biryar wekî 'çavdêriya mafên mirovan a ji bo gel' rûxalî xuya bike jî, di rastiyê de armanc dike ku mafên Rêber Apo sînorkirî bihêle û pêvajoyê di bin kontrolê de bihêle. Aktorên navneteweyî bi gavên sembolîk hem wekî ku li ser Tirkiyeyê zextê heye dide xuyakirin û hem jî armanc dikin ku têkoşîna rêxistinkirî ya Rêbertî û 
gelê Kurd sînordar bikin.
 
‘Dixwazin destkeftiyên demokratîk sînor bikin’
 
NAV-BEL’ê di berdewamiyê de ev tişt got: “Rojeva Kurdistan, Rojava û Şengal rasterast bi vê yekê ve girêdayî ye. Şoreşa Rojava destketiyek berbiçav a ku li ser konfederalîzma demokratîk û azadiya jinan hatiye avakirin e; lê hêzên derve vê şoreşê hedef digirin, hewl didin ku gel bitirsînin û destketiyên demokratîk ji holê rakin. Êrîşên li ser gelê Êzidî yên li Şengalê, zilma li her çar parçeyên Kurdistanê û îstîsmarkirina koçberên li Ewropayê, ev hemû beşek ji heman xeta stratejîk in. Ev bi zelalî niyeta aktorên herêmî û navneteweyî nîşan dide ku Rojhilata Navîn 
kontrol bikin, îradeya azad a gelan têk bibin û destketiyên demokratîk sînordar bikin.”
 
‘Divê em hevgirtinê xurt bikin’
 
Di dawiyê de wiha hat gotin: “Wek gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, di vê pêvajoyê de erka me ew e ku di her warî de têkoşîn û hevgirtinê xurt bikin. Bi xwedîderketina li xeta îdeolojîk a ku Rêber Apo daniye holê û di rêya azadiyê de gavên berbiçav bavêjin. Ev ne tenê parastina mafên Rêber Apo ye, di heman demê de tê wateya parastina destketiyên şoreşa Kurdistan û Rojava, piştgiriya berxwedana gelê Şengalê û xurtkirina torên hevgirtinê yên li Ewropayê. Divê gel, rêxistin û dostên me yên li Ewropayê ji bo raya giştî ya navneteweyî agahdar bikin divê bên gel hev û ji bo mafê hêvî û azadiya Rêber Apo veguherînin destketiyên şênber divê hêza xwe deynin holê.”