
Qedexeya çalakî û merasîmên li Colemêrgê hat dirêjkirin
- 14:27 29 Cotmeh 2021
- Rojane
COLEMÊRG - Qedexeya çalakî û merasîmên li Colemêrgê ya ji aliyê walîtiyê ve 15 rojên din jî hat dirêjkirin.
Qedexeya çalakî û merasîmê ya ji 2016’an heya niha li Cokemêrg û navçeyên wê didome, ji aliyê walîtiyê ve 15 rojên din hat dirêjkirin. Qedexeya ku dikeve 1971 rojî wê heya 12’ê Mijdarê bidome.
Ji bo hemû çalakî û merasîmên ku bê xwestin li bajêr werin lidarxistin, biryara walîtiyê weke hêcet tê nîşandan û destûr nayê dayin.