
ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
- 09:00 30 Cotmeh 2021
- Rojev
* Siyasetmedarên jin diyar kirin ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya qadên jiyanê dike û gotin: "Tecrîd hem li girtîgehan û hem jî li hemû beşên civakê bi bandorê. Li dijî tecrîdê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn." BI DÎMEN
*Ciwanên Norveçê ku bi meclîsên jin û ciwanan ên HDP’ê re hevdîtin kirin, diyar kirin ku di gelek nokteyan de hevparin û gotin wê zextên li dijî ciwanên HDP’ê bibin rojeva parlamento û rojeva rayagiştî. BI DÎMEN
* Sidîqe Xelîl a bi malbata xwe re di dema şerê Kobanê de li ser sînor li dijî êrişan li berxwe da bi lêv kir ku ew bûn şahidê berxwedana lehengên li Kobanê û wiha got:"Rih gelekî şêrîn û biha ye lê ax jê şêrîntir e. Li ser sînorê Kobanê li gel şervanan me jî li berxwe da. Me bi israra xwe li berxwe da û em bi israrê jî bi ser ketin." BI DÎMEN
*Mîmar û endezyaran polîtîka ekolojiyê ya hikûmetê rexnekirin û gotin erêkirina Peymana Parîsê samîmî nabînin û sedema karasetên li welat tên jiyîn projeyên rantê yên desthilatdariyê ne. BI DÎMEN
* Berîtan Aslantekîn di pêvajoya berxwedana Kobanê de xaniyê aydê kalê xwe yê li gund veguherî Muzeya Şehîtlîk a Arîn Mîrkan û Pirtûkxanaya Kader Ortakaya û got tiştên hatin jiyîn divê neyên jibîrkirin. BI DÎMEN
* Jiyan Ateş, Hanim Yildirim û Rojdan Erez li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne divê bên tehliyekirin, lê ji hêla rayedarên girtîgehê ve perwerdeya 6 mehan li wan tê ferzkirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe banga li siyasetmedar û rayagiştî kirin ku derbarê mijarê de hestiyarbin.
*Hevserokên DBP'ê û KCD'ê wê li navçeya Pirsûsa Rihayê bi gel re bicive.(10:00-15:00) BI DÎMEN