
Li Silopiyê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da
- 15:23 4 Çile 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Li Silopiyê Ozlem Çakir a mamoste bû bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.
Ozlem Çakir a li Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya Silopiyê mamostetî dikir û 32 salî bû li oteleke li navenda navçeyê bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Xebatkarên otelê ferq kirin û gazî polîs û ekîbên tendirustiyê kirin. Piştî kontrolê hat diyarkirin ku Ozlemê jiyana xwe ji dest daye.
Ji bo otopsiyê cenazeyê Ozlemê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.