
Di hikumeta nû ya Cezayîrê de 9 jin bûn wezîr
- 20:59 15 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayîrê, guhertina herî mezin a lîjneya wezîran a salên dawî kir û di hikûmeta xwe ya nû de 9 jinên wezîr beşdarî 34 wezîran kir.
Cezayîrê, di hikumeta xwe ya nû de hejmara jinên wezîr kir 9. Lê di rastiyê de ev wekî gavekî bibandor a ji bo xurtkirina jinan a di aliyê siyasî de nikare were nirxandin. Ji ber ku prensîba wekheviya zayendî ku bi guhertina destûra bingehîna di sala 2020’an de hat diyarkirin, hîna jî bi şeklî tê pêkanîn û serweriya mêran a di erkên rêveberinê de hîna dewam dike. Di heman demê de kêmaniya îradeya siyasî ku tevlîbûna jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de xurt bike, heye.
Cezayîr di 14’ê Îlonê de guhertina lîjneya wezîran a berfireh kir. Hikûmeta ji 34 wezîr, 10 wezîrên nû û ji 3 sekreterên dewletê pêk tê. Di hikûmeta nû de 9 wezîrên jin hene, 6 ji van li ser erkên xwe yên berê man 3 wezîrên jin jî nû tayîn bûn.
Zêdebûna hejmara jinan di hikûmeta nû de tê wateya ku ev rêje ji sedî 25 e. Ev rêje di hikûmeta berê ya Mijdara 2024’an de tenê bi 6 jinan re derdora ji sedî 12 bû. Lê di erkên rêvebirinê de hejmara mêran hîna jî 3 qet ji ya jinan zêde ye. Ev rewş her çiqas têgihiştinekî wekheviyê pejirandiye jî, hîna di mijara wekheviya zayendî de pêkanînekî tam pêk neaniye.
Guhertina destûra bingehîn ku di sala 2020’an de hat kirin, pergala kota ya beriya vê derbas kir û wekheviya zayendî wekî mafekî destûra bingehîn qebûl kir. Xala 68’an a Destûra Bingehîn hikûmetê neçar dike ku di kar û saziyên raya giştî de wekheviya jin û mêran teşwîq dike û jin di pozîsyonên berpirsyariyê de cih bigirin.
Di navbera tayînên herî balkeş ên hikûmeta nû de Amel Adeltif e ku wekî Midûra Giştî ya Bacan ya li Wezaretê Darayî kar dikirin, wekî Wezîra Bazirganiya Navxweyî hate tayînkirin. Tayînkirina din a balkêş jî, profesora zanîngehê, rojnamevan û Wezîra berê yê Çand û Hunerê Melika Ben Duda, carek din wek Wezîra Çand û Hunerê hate tayînkirin.
Her wiha di hikûmeta nû de, Nisame Arhab a di Wezareta Agahdariya Aborî, Karsaz û Karsaziyên Biçûk de gelek xebatan pêkanî, wekî Wezîra Perwerdehiya Pîşeyî hate tayîn kir. Kauther Krîko jî wekî Wezîra Jîngehê û Kalîteya Jiyanê hate tayînkirin û Najîba Jîlalî jî mîna Wezîra bi Meclîsê re hate tayînkirin. Her du wezîr jî di karên xwe yên berê de guhertin kirin.
Sûriye Moloudjî jî, erka xwe ya Wezîra Malbat û Karûbarên Jinan berdewam kir. Sûriye Moloudjî, beriya niha wekî Wezîra Çand û Hunerê kar kiribû û doktoraya kiriye. Sûriye Moloudjî, cara duyemîn wekî wezîreke jin di karê qadê de hate tayînkirin.