
Li Şirnexê 14 herêm wekî 'herêma ewlehiya taybet a demî' hat îlankirin
- 15:30 4 Çile 2022
- Rojane
ŞIRNEX - 14 herêmên girêdayî navçe û navenda Şirnexê wekî 'herêma ewlehiya taybet a demî' hat îlankirin.
Walîtiya Şirnexê bi hinceta ewlehiya neteweyî, pergala cemaweriyê, pêşîgirtina li sûc, parastina maf û azadiya kesan 14 herêmên girêdayî navçe û navenda Şirnexê wekî 'herêma ewlehiya taybet a demî' îlan kir.