
Berxwedana li Deriyê Sêmalka di roja 93'yan de ye
- 16:07 5 Çile 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya malbatên HPG'yiyan a li ber Deriyê Sêmalka di roja 93'yan de berdewam dike.
Çalakiya malbatên HPG'yiyên ku cenazeyên xizmên wan ji aliyê PDK'ê ve nayên radestkirin a li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di roja 93'emîn de berdewam dike. Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê û Rêxistina Saziyên Sivîl a li Çilaxayê jî tevli çalakiyê bûn. Kesên ku tevli çalakiyê bûn ji aliyê Gelê Tirbespiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Endamê Meclisa Malabtên Şehîdan a Kantona Hesekê Mihemed Dawî nedayîna cenazeyan a ji aliyê PDK'ê ve şermezar kir.