
Ji KJAR’ê kampanya ‘Dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşîn’
- 16:55 5 Çile 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi navê "Dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşîn" kampanyayek dan destpêkirin.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) kampanyek li dijî kuştina jin û jîngehê da destpêkirin. KJAR’ê banga tevlîbûna kampanyê li Gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê kir.
KJAR’ê bi daxuyaniyek li dijî kuştina jin û jîngehê kampaneyek da destpêkirin. Di daxuyaniya KJAR’ê de hat gotin, “Sala 2021’an ji bo jinan û jîngehê salek gelek dijwar bû. Hem jin hem jîngeh ketin ber êrişên desthilat û dagirkeran. Ev êriş li Kurdistanê hem di asta desthilatê hem jî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi awayek sîstematîk tên meşandin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rojane jin tên kuştin, daristan tên şewitandin û pêşiya robarên avê tên girtin. Kiryarên rejimê karesatên mezin ên xwezayî û mirovî çêbûne. Sala borî hem li Rojhilatê Kurdistan, Belucistan, Loristan û gelek deverên din ên cûda yên Îranê kuştinên jinan û xerakirina jîngehê bi rêjeyek berbiçav zêde bû.
Em kampanyek bi dirûşma 'Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşîn' radigihînin. Çi erkek bikeve ser milê me em amadene bi cih bînin. Bi vê mebestê em bang li Gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jinan dikin, tevlîbûnek xurt ji vê kampanyê re bikin daku bikarîn dawî li vê hişmendiya ku hewil dide jin û jîngehê tine bike bînin. ”