
Li Qaqizmanê ji bo 4 herêman biryara qedexeyê hat dayin
- 13:55 8 Çile 2022
- Rojane
QERS - Li Navçeya Qaqizmanê 4 herêm bi qansî salekê wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin.
Qedexeyên herêmên Bakur dewam dikin. Walîtiya Qersê bi daxuyaniya da diyar kir ku wan 4 herêm bi qansî salekê wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kirine.
Hêrêmên ji bo wan biryara qedexeyê hatine dayin wiha ne: Herêma Çemçê, Herêma Madûr, Qurtkulax û Pirpenek.
Ew ê qedexeyê heta 1'ê Çileyê û 31'ê Kanûna 2022'yan bidome.