
Li Şirnexê 2 kes hat girtin, 3 kes jî hatin berdan
- 18:47 11 Çile 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 24 kesan 3 kes li emniyetê û 3 kes jî li dadgehe hatin berdan. 2 kes hatin girtin û yên din jî hêj li emniyetê ne.
Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komara Şirnexê de li Cizîr, Silopî, Hezex û Elkê 24 kes hatin binçavkirin. Di 9'ê çileyê de kesê ku hatin binçakirin li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ifadeyên wan hatin girtin. Piştre derbarê dosyeyê de "biryara veşartinê" hat dayîn.
Hat diyarkirin ku li emniyeta Şirnexê, ji 24 kesan 3 kes piştî îfadeyan serbest hatine berdan. Ji 21 kesan aktîvîsta TJA'yê Evîndar Aydin, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Berfîn Can, Mela Saît Can û Rumet Çekîn piştî îfadeya li emniyetê sewqê dozgeriyê hatine kirin.
5 kesên ku li dozgeriyê îfade dan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" sewqê dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî Evîndar Aydin, Nebahat Îşçî û Rumet Çekîn bi şertê "kontrola edlî" serbest berda.
Berfîn Can û Mela Saît Ozdemîr jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.