Zeynep Temel: Divê kurd ji dîroka xwe dersê bigirin

  • 10:30 22 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Zeynep Temel a 55 salî ku malbata wê tevî zilm û zordestiyê cerdevantî qebûl nekiriye û xaka xwe neterikandine,  destnîşan kir ku Gelê Kurd têra xwe zilm û zordestî dîtiye û divê ji dîroka xwe dersê bigirin.
 
Di salên 90’î de li herêmê ji ber êrîş û polîtîkayên Dewleta Tirk gelek gund hatin şewitandin û gund hatin valakirin. Bi hezaran kesî ji neçarî gundên xwe terikandin. Lê şêniyên Gundê Setkariyê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di wan salan de tevî zilm û zordestiya dewletê jî cerdevantî qebûl nekirine û axa xwe parastine. Zeynep Temel a 55 salî yek ji gundiyên Setkarê ye ku xaka xwe neterikandi ye. Zaynep, diyar kir ku divê tu kurd cerdevantiyê qebûl nekin. 
 
Zeynep diyar kir ku li gundê wan  wan tu kesî zilma li ser hebûna xwe qebûl nekiriye û wiha behsa pêvajoyê kir: “Zilm û zordestiyek mezin li me kirin. Xwestin me ji gund derxînin. Cerdevantî li me ferz dikirin. Me cerdevantî qebûl nekir û em tu carî jî bêrûmetiyek wisa qebûl nakin. Lê ji ber ku me cerdevantî qebûl nekir her ku diçû zilma li ser me jî zêde dbû.  Her roj dihatin bi ser gunde  digirtin û hewil didan ku gund vala bikin.  Li hevjînê min gelek îşkence kirin wî xistin girtîgehê û bi salan tê de ma.  Hevînê min ji ber îşkenceya lê hat kirin seqet ma. Em kurd in û me bê rûmetî qebûl nekir. Ji gundê me kes nebû cerdevan û niha jî li gundê me cerdevan tune ne. Niha cerdevan tevlî şer dibin em wan şermezar dikin. Ew jî kurd in. Bila ji xwe şerm bikin.”
 
‘Divê kurd ji dîroka xwe dersê derbixin’
 
Zeynep, destnîşan kir ku heke hin kurdan cerdevanî qebûl nekir li herêmê ewqs kurd nedihatin kuştin û zilm li wan nedihat kirin. Zeynep, got: “Heke cerdevan ligel dijmin tevnegeriyana,  wê ev parçebûn jî pêk nehata. Dê welatê me jî nehata dagirkirin. Tişta herî xirab jî cerdevan dikin. Heke wan xiyanet nekira wê ewqas kes jî nedihata koçberkirin û nedihata kuştin. Divê kurd ji dîroka xwe dersê derbixin. Bi salan e tişên ku me nedîtiye nema ye. Dilê m û bîranînên me bi êş û elem tijî ne.” 
 
‘Em xiyaneta Barzanî ji bîr nakin’
 
Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dane destpêkirin û destnîşan kir ku ew tu carî xîyaneta Barzanî ji bîr nakin. “En m çawa tişta ku Barzanî dike ji rêzê bibinin? 7 sal berê di êrîşa Elkê de gundê me hate topbarankirin û kurê min tê de şehîd ket. Ligel wî tîyê min û jin apa min jî hebûn ku jiyana xwe jidest dan. Kurekî min jî li Wanê di girtîgehê de ye. Kurdan gelek êş û zilm kişandine. Êşên me tenê ne di salên 90’î de bûn. Niha jî êrîşên wan berdewam dikin. Dewleta Tirk tu carî belaya xwe ji me venegirtiye. Niha jî bi Barzanî re li dijî me şer dike. Barzanî êdî ji bo me wek dewleta tirk e.. Em tu carî wê xîyanetê ji bîr nakin. Heqê Barzanî nîne ku kurd bi kurdan bide kuştin.  Barzanî, tirk birine ser xaka kurdan. Tiştek gelek nexweşe.”
 
‘Dilê me bi zarokên me re ye’
 
Zeynepê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû dayik li dijî vî şerî ne. Niha li herêma Kurdistanê şerekî meizn heye. Dilê me bi zarokên me ve ye.  Em hêvî dikin ku tiştek neyê serê wan. Em hemû dayik serkeftin û aştiyê dixwazin. Xiyaneta Barzanî demdirêje.  Barzanî bûye hevalê dijmin. Xiyaneta Barzanî, bêbextiya li dijî kurdan e. Wî tiştî kes jî qebûl nake û hemû kurd jî dizanin ku ev tişt şaş e. Lê belê Gelê Kurd ê ku bi slan li dijî xiyanetê têkoşîn daye dê bi ser keve.”