
Di Rojên Çand û Hûnerê de semînera ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ hat lidarxistin
- 20:34 12 Îlon 2025
- Çand û Huner
AMED – Di çarçoveya Rojên çand û Hûnerê ya ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê ve tê lidarxistin, li ser girîngiya piştevaniya li dijî tundiyê hat sekinandin.
Rojên Çand û Hûnerê ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê ve tê lidarxistin, aliyên cuda yên civakê ve welatiyan tîne gel hev. Di çarçoveya Rojên Çand û Hunerê de li Kolana Hunerê ya Ofîsê semînera bi sernavê ‘têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan’ hat lidarxistin.
Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen Ozer, hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat, Çaglar Demîralp, dayik û gelek jin tevli bûn.
Ji Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan semîner bi rêve bir. Esra Çîçek Mercan li ser girîngiya rêbazên têkoşîn, saziyên dikarin serlêdan bên kirin û torên piştevaniyê.
Jinan pirs û pêşniyarên xwe di semînerê de anîn ziman. Dawiya semînerê de jinan balkişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan.