Di roja 504'an de bang li wezîrê berê kirin: Ger ji dil be bila bê helaliyê bixwaze

  • 13:12 25 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Di Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar de bang hat kirin ku şahidê komkujiyê parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba  bê ber edliyeya Rihayê. 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Dadgeha Rihayê di roja 504’emîn de berdewam dike. Dayik û lawê xwe serê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber dadgehê û nobeda îro dan destpêkirin. 
 
‘Li cihekî ku zilm hebe, li wir jiyanek asayî nabe’ 
 
Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeda edaletê her demsal li gorî şertên xwe bi zehmet e û wiha got: “Li dadgehê dozger di betlaneyê de ne. Edalet ji me re tune ye. Li cihekî ku zilm hebe, li wir jiyanek asayî nabe. Hiqûqa serdestan di dewrê de ye. Kes vêya înkar nake. Rayedar dibêjin tiştek di destê me de tune ye. Em ê baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nekin. Heta edalet bi cih were em ê ji ber dadgehê neçin. Her roj xelkê Rihayê şahidê vê bêhiqûqî ye.” 
 
Bang li Eşref Fakibaba hat kirin
 
Ferît diyar kir ku yek ji şahidên qetlîamê Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê yê wê demê parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba dê hefteyekê li Rihayê serdanan bike û got: “Wezîr hatiye Rihayê ‘li pirsgirêkên gel guhdar dike’. Pirsgirêka herî mezin a li Rihayê ev e. Daxwaza edaletê ya dayika min ku li ber edliyeyê rûniştiye. Heke Fakibaba ji dil be û ji bo guhdariya pirsgirêkên gel hatibe, bila were helalîye ji dayê bixwaze. Belkî piştî vê helalîye dozger jî gavek biavêjin.” 
 
‘Ez ji bo xwe û her kesî edaletê dixwazim’
 
Emîne Şenyaşar jî diyar kir ku seranserî nobeda wan nexweşîyên wê zêde bûne û wiha got: “Çavê min û lingên min her roja ku diçe xerabtir dibin. Ez ji neçarî têm vir. Ez nikarim li malê rûnêm. Ez ji bo xwe û her kesî edaletê dixwazim. Bila lawê min Fadil Şenyaşar berdin û were mala xwe. Du lawên min û hevjînê min kuştin. Êdî bes e. Gelo ma qey qet wîjdan bi van re nîne?”