
Ji bo hevseroka giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş tahliye û hepsa malê
- 21:55 10 Îlon 2025
- Hiqûq
STENBOL - Ji bo hevseroka giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş biryara hepsê hat dayîn û hat tahliyekirin.
Hevseroka Giştî ya ESP’ê ku ji 24’ê Çile heta niha girtîbû bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin. Runiştina Dozê li 14’emîn Dadgeha Ceza giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.
Dozger der barê Denîz Aktaş da mutalaya ku divê girtina wê bidome da. Parêzeran li dijî mutalayê îtîrz kirin. Dadgehê bi şerta kontrola edlî û hepsa malê biryara tahliyeyê da û doz taloqî 16’ê cotmehê kirin.