Li dijî birîna daran bang: Li xwezaya xwe xwedî derkevin
- 14:38 25 Tîrmeh 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê û birîna daran daxuyanîyek girseyî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi vê qirkirinê re mafgê gel û zindîvaran tê binpêkirin û banga xwedîderketina li xwezayê hat kirin.
Ji bo balê bikşînin ser talankirina xwezayê û birîna daran a li Şirnexê, bi pêşengiya Baroya Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Odeya Bijîşkên Tirk(TTB), Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê(KESK) ya Şirnexê , Kordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Şirnexê û Komeleya Parastina Xwezayî û Duçerxê ya Cizîrê li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê daxuyaniyek girseyî hat dayîn. Daxuyaniyê de pankarta “Li Şirnexê xweza tê rûxandin” hat vekirin. Her wiha pankartên wekî; “Xweza jiyan e” , “Xwedî li xwezayê derkeve”, “Rengê xwezayê şîn e” jî hatin rakirin.
Metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Baroya Şirnecê Rojhat Dîlsîz ve hat xwendin. Rojhat,got:”Li herêmên daristanê yên li navçeyên Şirnexê, birîna daran bi rengekî ku raya giştî aciz dike berdewam e û bi binpêkirina hiqûqê re ev du sal in ev qirkirin tê berdewamkirin.
Li hemberî vê rewşê, beriya niha gelek caran daxuyaniyên çapemeniyê ji aliyê rêxistinên sivîl ên li herêma me ve hatibûn dayîn, giliyên sûc hatibûn kirin û serî li hemû rêyîn hiqûqî hatiye dayîn. Qirkirini dijî qanûn û proseduran e û divê ev yek tavilê bê sekinandin. Her wiha raporên ji aliyê baroya me ve hatin amadekirin, serlêdanên îdarî hatin kirin, hem sazî û rêxistinên neteweyî hem jî navneteweyî yên di qada hawirdorê de kar dikin jî bangî wan hat kirin. Mixabin ev hemû serlêdanên ku me di sala dawî de kirin bê encam man.”
‘Di rojê 20-25 kamyon tên barkirin’
Rojhat, destnîşan kir ku di rojê de li 20-25 kamyonan darên dibirin bar dikin û got: “Bi qasî ku tê hesabkirin, her roj bi sedan ton endemîk û darên sedsalî bi awayekî kêfî û bê plan tên tinekirin. Tevî hemû serlêdanên fermî yên beriya niha hatin kirin jî, heta niha ji bo sekinandina talana daristanan ji aliyê saziyên berpirsyar ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Lê belê polîtîkayên li ser jiyana ekolojîk a li herêmê, bûye pirsgirêkeke cidî ya tenduristiya gel. Dema em hem bandora santrala termîk a li ser hawirdorê û tenduristiya mirovan, hem jî bandora qadên madenê li ser tenduristiya mirovên li hawirdorê dijîn binirxînin, em ê bibînin ku mafê ekolojîk û tenduristiyê yê gelê me bi giştî tê binpêkirin.”
‘Em ê şopdarên pêvajoyê bin’
Rojhat, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku em ê qebûl nekin ku her roj bi dehan wesayîtên tijî dar ji bo firotinê bişînin bajarên din. Di vê pêvajoyê de em ji tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê re radigihînin ku em ê berpirsyariya xwe ya hiqûqî û civakî bi baldarî û wijdanî bidomînin. Em ê vê pêvajoya bêhiqûqiyê bişopînin, eger birîna daran di dema pêş de nesekine em ê vê têkoşînê heta dawiyê bimeşînin û serî li hemû rêyên hiqûqî bidin."
'Li dijî xweza û erdnîgariya kurdî durû ne'
Parlementerê HDP’ê ya Şirnexê Hasan Ozguneş jî axivî û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê erdnigariya kurdan e û got: “ Gava mesele dibe erdnigariya Kurdîstanê dijminatiya wan dibe du qat. Li dijî xweza û erdnîgariya kurdan dûritiyek mezin heye. Hestiyariya li hemberê xwezaya Tirkiyê nîşan didin li hemberî ya Kurdistanê nîşan nadin. Bi qirkirina xwezaya me re rantê bi dest dixin û herêma me qir dikin. Em ê wekî HDP şopdarên pêvajoyê bibin.”
Daxuyanî bidirûşman bi dawî bû.