Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê Barîn Botan spartin axê

  • 10:54 26 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meresîmeke bi heybet cenazeyê pakrewan Barîn Botan spartin axê.
 
Şervana Antî Terorê Barîn Botan a ku bi rêhevalên xwe re Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr re li rêya di navbera Qamişlo û Hesekê de di encama topbarana dironek bê mirov a dewleta tirk hatin hedefgirtin û gihaştin asta şehadetê. Duh bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke heybet li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê, spartin axê.
 
'Em ne teror in, em şerê terorê dikin' 
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Hesen Berko sersaxî j malbatê re xwest û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin, ji Rêber Apo re û gerîlayên li serê çiyayên azad dixwazin. Yên ku tola şehîdan hildin şervanên me ne. Gelê welatparêz weke em dizanin her sê fermendarên me bi dirona dewleta tirk a dagirker hatin hedefgirtin, di bin navê ku dewleta tirk şerê terorê dike. Lê tevahî cîhan dizane ku qehremanên me şerê terorê kirin û canê xwe fedayî vî gelî kirin. Şervanên me li Kobanê, Minbic û Reqa û Tebqa dijmin têk bir. Her wiha gelê Şengalê ji hovîtiya çeteyan parastin. Ji ber vê yekê şervanên me ne teror in, lê heya niha şerê terorê dikin. Bi vê yekê re jî bêbextiya Rusya û Emerîka derdikeve holê. Yên ku bi navê Neteweyên Yekbûyî xwe bi nav dikin, em navê wan dikin yekîtiya dîktatoran, ji ber ku bi erka xwe ranabin. Lê bila baş bizanibin ku heya zarokên me hene, heya milîtanên rêber Apo hene wê serkeftin para me be."
 
Piştre wesîqeya Barîn Botan hat xwendin û radestî malbatê kirin. Paşê bi tilîliyên dayikan cenazeyê Barînê spartin axê. 
 
Merasîm bi sersaxiya malbatê bi dawî bû.