HDP çû serdana karkerên ji ÎZZB'yê hatin derxistin

  • 14:23 26 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - HDP'yiyên çûn serdana 31 karkerên ji ÎZZB'yê hatin derxistin gotin:"Mirovan wekî ku makîneyekê ji dewrê derxin, dibînin û li wekî makîneyan muameleyê li mirovan dikin. Ev yek li gelek kes û derdor kirin lê dema ku ev rewş ji aliyê şaredariyên ji xwe re dibêjin rexnegir tên jiyîn gelek nexweş û bi tirs e."
 
Karkerên lênêrîna li malê dikin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê (ÎZBB) ku ji kar hatine derxistin, çalakiya xwe ya li Konakê didomînin. Endama Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hacay Yilmaz, Parlamenterê HDP Mûsa Pîroglû û Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Îzmîrê tev li çalakiya rûniştinê bûn. 
 
Melîsa Esen a ji kar hatiye dûrxistin qala pêvajoya ji kar derxistinê kir û wiha got: “Em ji sala 2018’an heya niha wek taşeron di vî karî de dixebitin. Dema ku me ji komekî Whatsappê derxistin em pê hesiyan ku em ji kar hatine avêtin. Em nizanin bê ka çima ji kar hatine derxistin lê me bihîst ku karkerên nû girtine şûna me. Em mafê xwe, karê xwe dixwazin.”
 
'Divê ewlehiya karkeran bê sazkirin'
 
Di çalakiyê de parlamenter Mûsa Pîroglû jî got ku karker rastî êriş û heqaretê hatine û wiha domand: "Mirov sibehekê ji xewê şiyar dibin û dibînin ku tevahiya jiyana wan û plansaziyên pêşeroja wan hatiye guherandin. Ev mirov heqê kirêyên xwe didin û li zarokên xwe dinêrin. Dema hûn wan ji kar derdixînin, hûn wan bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Divê karker vegerin ser karê xwe û ewlehiya karkeran bê sazkirin. Ev berpirsyarî ya şaredariyê ye.”
 
'Mirovan wekî ku makîneyekê ji dewrê derxin, dibînin'
 
Mûsa anî ziman ku desthilat xebata bêzagon weke zagonî daye rê û qederê karkeran jî xistiye nava du lêvên karsazan. Mûsa, bal kişand ser girîngiya xizmêtên lênêrînê yên malan û axaftina xwe wiha qedand: "Li her derê cîhanê ya rast ew e ku şaredarî van xizmetan bikin û ez bi xwe jî girîngiya vê yekê baş dizanim. Di vî karî de kesên ku pirsgirêkên nexweşan çareser dikin hewce ne û baweriya nexweşan jî gelek girîng e. Mirovan wekî ku makîneyekê ji dewrê derxin, dibînin û li wekî makîneyan muameleyê li mirovan dikin. Ev yek li gelek kes û derdor kirin lê dema ku ev rewş ji aliyê şaredariyên ji xwe re dibêjin rexnegir tên jiyîn gelek nexweş û bi tirs e."