
Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Saliha Aydenîz bê betalkirin
- 08:37 27 Tîrmeh 2022
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Têkel derbarê rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz de biryara bila parêzbendiya Salihayê bê rakirin da.
Di çarçoveya xebatên betalkirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de, civînên Komîsyona Têkel a ji Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê ya Meclîsê pêk tê, bi dawî bûn. Parlamenterên HDP’ê têkildarî 5 fezlekeyên derbarê Salîha de parastin kirin. Piştî parastinê komîsyonê dest bi dengdanê kir.
Piştî dengdayîna li komîsyonê, 5 fezleke jî yeko yeko ketin ber dengdayînê û bi dengên AKP, MHP û Partiya ÎYÎ'yê biryar hat dayîn ku parêzbendiya Salîha bê betalkirin. HDP û CHP'ê di komîsyonê de dengê 'na' dan. Hat xwestin ku şerhên li ser biryara komîsyonê bên nivîsandin heta roja pêncşemê bên pêşkêşkirin.
Dê rapora Komîsyona Têkel de ku dê hevdîtinên komîsyonê û şerha bê dayîn jî tê de be, di meha Cotmehê de li Lijneya Giştî bê nîqaşkirin.