
Parêzer Sevda Çelîk: Li cihekî edalet tune be, li wir têkoşîn pêwîst e
- 09:01 27 Tîrmeh 2022
- Rojane
Medya Uren
RIHA - Parêzera malbata Şenyaşar ku li ber deriyê dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne, Sevda Çelîk got: "Ruxmê delîl û şahidan malbata Şenyaşar dubare ji aliyê dadê ve hate mexdûrkirin. Niha jî ji bo çalakiya wê ya mafdar asteng bikin her tiştî dikin. Emîne Şenyaşar 16 carî hate binçavkirin, îfadeya wê hate girtin û derbarê wê de 5 îdianame hatin amadekirin. Li cihekî edalet tune be li wir têkoşîn pêwîst e û nikare were îlegalîzekirin."
Berî hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîranê de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrişî Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferit Şenyaşar kirin û ew birîndar kirin. Êrişan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî dewam kir. Celal, Adil û Haci Esvet ê ku çû nexweşxaneyê serdana zarokên xwe li nexweşxaneyê li ber çavên Emîne Şenyaşar hatin lînçkirin û qetilkirin. Her wiha di dema êrişan de birayê parlamenterê AKP'yî jî bi guleya çeka ku nehat dîtin jiyana xwe ji dest dabû. Piştre Fadil Şenyaşar ê bi giranî birîndar bûbû şandibûn girtîgehê.
Ji ser komkujiyê 4 sal derbas bûn. Ji dosyaya derbarê cihê kar de ji bo Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh ji bo birayê parlamenterê AKP'yî Enver Yildiz jî 18 sal ceza hat birîn. Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît ên ji êrişan bi birîndarî xilas bû ji bo edalet pêk bê serî li gelek sazî û dezgehan dan. Lê belê daxwaza wan a edaletê dîsa pêk nehat. Emînê û Ferît daxwazên xwe yên edaletê veguhertin çalakiya civakî û di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin.
Di pêvajoya Nobeda Edaletê ya ku ji bo gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bûye nimûne de Emîne Şenyaşar 16 caran hate binçavkirin û 5 doz li ser hatin vekirin. Têkildarî pêvajoya doza malbata Şenyaşar û çalakiya wan a edaletê em bi parêzerê wan Sevda Çelîk re axivî. Sevda pêvajoyê ji me re parve kir.
'Li pêş herkesî êriş pêk hat'
Sevdayê di destpêka axaftinê de êrişa li ser kargeha malbata Şenyaşara pêk hatiye bi bîr xist û got: "Kesên pêwendarê partiya îqtidarê bi hinceta xebatên hilbijartinê di sala 2018’an de êrişî kargeha malbata Şenyaşar a li Pirsûsê ye kirin. Heman kes li nexweşxaneyê jî êrişa xwe li dijî malbata Şenyaşar û kesên hatine serdanê re dan berdewamkirin. Li saziyek fermî ya dewletê li pêş çavê herkesî ev kes hatin qetilkirin. Ruxmê ku hêza astengkirina bûyerê zêde jî bû, nehate astengkirin. Di navbera her du aliyan de jî bêhevsengiyek eşkera ya hêzê heye. Kesên xwedî erka astengiyê ne vê erka xwe neanîn cîh. Ji ber vê sedemê sînorên mirovahiyê hatin tengkirin û li pêş çavê Emîne Şenyaşar kurê wê û hevjînê wê hate qetilkirin. Ev jî asta bûyerê ya herî erjeng e."
'Polîtîkaya bêcezatiyê didin meşandin'
Sevdayê bi lêv kir bûyer bi erjengiya li kargeha malbatê û nexweşxaneyê re sînordar nema. Sevdayê politikaya bêcezatiyê ya îqtidarê destnîşan kir û got: "Em gelek parêzer dozê dişopînin. Demek dirêj jî dosya veşartî hate girtin. Di çarçoveya dosyayê de îfadeya gelek şahidên li nexweşxaneyê dixebitin, ya kesên derdor hatin girtin. Lê edalet pêk nehat. Eşkere bû, heyanî têkoşîna me mezin neba wê edalet jî cihê xwe negirtiba. Li gel vê jî dem dem me serdozgerên dozê dişopandin û berpirsyar hatin guhertin. Ruxmê ku gelek dem derbas bû jî tenê Fadil Şenyaşar hate binçavkirin û girtin. Fadilê ji laşê xwe darbeyên talûke girtibû bi sandalya bi tekel re birin girtîgehê. Ruxmê mexdûrê bûyerê ye ew hate sûcbarkirin. Lewra piştî wê îdanameyek ku bûyera li kargehê û nexweşxaneyê ji hev veqetîne derxistin holê. Hevrebûna dozê xira kirin. Bi pratîkek ku sûcdarên bûyerê bê ceza bihêlin re derketin pêşiya me."
'Wê dadgeha îstinafê, derbarê nerazîbûna me de biryarê bide'
Sevdayê diyar kir ku ruxmê nerazîbûna parêzeran jî ev rewşa veqetîna dosyayê gihişt asteke jortir. Sevdayê wiha berdewam kir: "Piştî îdanameyê dosya şandin dadgeha giran a Meletiyê. Bêyî ku îfadeya şahidan û delîl pêşkêşî dosyayê werin kirin doz ber bi encamê ve birin. Fadil Şenyaşar bi ser 30 salî re ceza girt. Ji vê malbata ku êriş pêk anîne tenê yek kes weke ku xwepêşandanê bike hate teslîm bû. Ji bo vî kesî jî weke pêkenokekê, cezayekî biçûk lê hate birîn. Ji derveyî wê qetilkar li Pirsûsê jiyana xwe didin berdewamkirin. Li dijî biryarê û xirakirina hevrebûna dosyayê me nerazîbûnên xwe parve kiribûn. Wê dadgeha îstinafê, derbarê nerazîbûna me de biryarê bide."
'Li cihekî edalet tune be, li wir têkoşîn pêwîst e'
Sevdayê da zanîn di rojên ku dihat xwestin bûyerê binixumînin de Emîne Şenyaşar biryara ‘Nobeda Edaletê’ girt. Sevdayê li ser berdewamiya pêvajoyê jî ev nirxandin kir: "Ev pêvajoyê pir bi xemgînî radigîhînin. Ji ber em weke hiqûqnas nikarin soza edaletek rast bidin. Dayikek, jinek ku ruxmê nexweşiyan, bi kîlometreyan rê tê û li ber koşka Edaletê di nobetê de disekine, heye. Rast e ku di koşka edaletê de edalet nema be, li wir pêdiviya têkoşînê dertê holê. Li cihekî edalet tune be, li wir têkoşîn pêwîst e. Divê daxwaza xwe ya edaletê jî bilind bikin. Ji wê rojê heya niha 500 roj zêdetir derbas bû. Piştî bûyerê têkoşînek mezin a malbatê pêk hat. Bi wan re jî raya giştî jî piştgiriyek xurt da malbatê."
'Dixwazin çalekiyê jî asteng bikin'
Sevdayê mafdariya çalakiya malbatê anî ziman û got: "Ji ber di bûyerê de tenê malbata Şenyaşar mexdûr e û bi taybetî jî carek din ji aliyê dadê ve hatiye mexdûrkirin, ev çalakiyek mafdar e. Hertim li hember çalakiya malbatê dibin asteng. Bi Emîne Şenyaşar re mexdûrê bûyerê Ferîd Şenyaşar jî di nobedê de bi tundiyê rû bi rû dimîne. Bi caran hat binçavkirin, îfadeya wan hatin girtin. Bi ser 16 caran re îfade dan û derbarê Emîne Şenyaşar de 5 îdianame hatin amadekirin."
'Têkoşîn bi piştgiriyê bi hêz dibe'
Sevdayê herî dawî çalakiya Emîne Şenyaşar nirxand û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Raya giştî ev pêvajo baş şopand û daxwaza xwe ya edaletê bilind kirin. Piştgiriyek girîng hate nîşandan. Wêneyê Emîne Şenyaşar daxwaza gel û pêwîstiya gel a bi edaletê nîşanî me da. Ev têkoşînek girîng e û wijdanê gel e. Em weke parêzer şahidê mafdariya malbata Şenyaşar in. Piştgiriya tê dayîn jî ji bo pêvajoyê girîng e. Têkoşîna me bi piştgiriyê bi hêztir dibe."