Berrîn Sonmez: Şûraya Dewletê ji rejîma dîktator re bingeha hiqûqê ava kir

  • 09:04 27 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama EŞÎK’ê Berrîn Sonmez biryara 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de daye nirxand û got: “Şûraya Dewletê çawa got ‘biryara serokomariyê ji derveyê kontrola darazê ye’ şûnde, ji rejîma dîktatoriyê re zemîn ava kir. Ji bo partiyên siyasî jî pêşniyar dikim di çarçoveya xebatên hilbijartinê de der barê Peymana Stenbolê de bruşora 12 gav ya hatiye amadekirin belav bikin.
 
Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 20’ê Adara 221’ê de Peymana Stenbolê fesh kir û piştî vê bi dehan rêxistinên jinan û civaka sivîl û baroyan ji bo rawestîna biryarê serî li Şûraya Dewletê dan. Serlêdan di 28’ê Nîsan û 7-14 û 23’ê Hezîranê de bi runiştinê hat dîtin. Piştî Dozan 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê di 19’ê Tîrmehê de 38 rupel weşand û got ‘biryara serokomar nikare bê darizandin’ û biryara vekişîna Peymana Stenbolê erê kir. Li ser vê jin li her çar alî Tirkiyeyê daketin kolanan û peyama xwedîderketina li Peymanê dan.
 
Endama Platforma Ji Bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) Berîn Sonmez der barê mijarê de axivî.
 
 ‘Ev biryarek serîtewandinê ye’
 
Berrînê daxuyakirin ku biryara Şûraya Dewletê, ‘biryara serokomar derveyê kontrola darazê ye’ ye û wiha daxuyand: “Serokê Daîreya çar runiştinên hatine dîtin de li ser navê serokomar parastin kiriye. Şûraya Dewletê li hember desthilatdariyê serî tewandiye. Desthilatdarî  parastiye biryara serokomar di cih de dîtiye. Di 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê de 10 hiqûqnas hene. 5 hiqûqnas li dijî rêxistinên jinan Peymana Stenbolê îdiayan datînin holê û dibin hevpar. Du dozger, dadgerek û du dadgeh bi me re di heman fikrî de ne. Van jî digotin biryar li dijî hiqûqê ye û divê bê betalkirin. Divê li gorî vê hejmarê em bi serketana.  Lê hat redkirin.”
 
‘Ev biryarek li dijî pêşeroja Tirkiyeyê ye’
 
Berrînê wiha dirêjî dayê: “Ev biryar der barê pêşeroja Tirkiyeyê de hatiye dayîn. Ev biryar tê wateya ku pergala yek mêrî erê kiriye. Peymana Stenbolê mafê jinan, zarok, penaber û kal û pîran danî holê. Wekhevî parast. Ji ber vê jî li dijî vê derketin. Biryara Daîreya Şûraya Dewletê nîşan da ku her tiş qedya ye.”
 
Peyman di meriyetê de ye
 
Berînê destnîşan kir ku wê têkoşîna hiqûqî bidome û serlêdanên ji bo Şûraya Dewletê pêngava ewil a têkoşînê bû, wê biryarê bibin temyizê û wiha bi lêv kir: “Pêvajo dirêje. Her wiha qanûna 6251 ya peymana Stenbolê erê kiriye jî hîna di meriyetê de ye.Nikarin qanûnê rabikin. 90’emîn xala Destura Bingehîn peyman kiriye parçeyek hiqûqê. Di runiştinên hatin dîtin de parêzerên dozê diyar kirin ku rayeya serokomar tune peymanê bi yek biryarê rake. Peyman yek ji metna hiqûqa mafên mirovan e.  Di peyamana hiqûqa mafên mirovan de jî rayeya ku ji peymanê bêderketin tune ye. Hemû referansên mafên mirovan esas hatine girtin û peyman wisa hatiye nivîsîn. Biryara Şûraya Dewletê mixabin şîdetê dihewîne û şîdetê teşwîq dike.”
 
Berrînê her wiha diyar kir ku Peymana Lanzarote jî hîn bêtir bi xetere û yên difikirin ku divê Lanzarote bê rakirin divê navê Peymanê jî nedin ser zimanên xwe û di vê mijarê de jî wiha vegot: “Lanzarote Peymaneke Ewropayê ya der barê ku zarok ji îstîsmarê bên parastinê ye. Dema em dibêjin binpêkirina zayendî an jî li zarokan fuhuş ferzkirin zêde nayê fêmkirin. Li dijî vê divê têkoşîna navneteweyî hebe. Wek ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser zarokan.”
 
‘Bila broşur bên belavkirin’
 
Berrînê anî ziman ku piştî biryara Şûraya Dewletê çalakî bêyî rêxistin hatine kirin û di vê mijarê de wiha anî ziman: “Çalakiyên jinan wê plankirî bidomin. He kes li cihê xwe divê ji bo Peymanê têbikoşin. Li malê, li sûkê, li kolanê, li parkan bi gotina xwe peymanê biparêzin. Bruşorên me yên derbarê peymanê de ya ’12 gav’ heye. Bila ev bên belavkirin. Divê partiyên siyasî jî di xebatên hilbijartinê de van broşuran belav bikin. Divê jin têkoşîna xwe bidin meşandin. Divê jin bi destê xwe peymanê bînin, ji kesî re nehêlin.”