
Parlamenterên Fransî bang kirin ku Rêveberiya Xweser were naskirin
- 11:46 31 Tîrmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Endama Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenterên ji partiyên cuda yên Fransayê, li ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deklarasyonek amade kirin. Di deklarasyonê de hat xwestin Rêveberiya Xweser bê naskirini û qada hewayî qedexe bikin.
Bi pêşengiya Endama Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenterên ji partiyên cuda yên Fransayê, li ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deklarasyonek amade kirin. Senator û parlementerên Fransî diyar kirin ku piştî şerê Rûsya li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, Serokkomarê Tirk Erdogan, ji rojeva dagirtî ya cîhanê û bêdengiya çapemeniya navneteweyî sûdê werdigire û plan dike êrişî kurdên li li rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) bike.
Parlamenterên Fransî ragihandin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, tevî şert û mercên xerab ên şer, gelên kurd, ereb, asûrî-kildanî, ermenî û hemû gelên din bi hev re dijîn û gotin: “Ew hewl didin sîstemeke demokratîk, femînîst û ekolojîk birêxistin bikin. Ew ji bo avakirina aştiyê bi gelan re bi diyalogeke mayînde têdikoşin.”
'Êdî çavên xwe li sûcên şer û binpêkirinên artêşa tirk negirin.”'
Parlamenterên Fransî êrişên Tirkiyeyê yên sala 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xistin û gotin, “Divê welatên rojava êdî çavên xwe li sûcên şer û binpêkirinên artêşa tirk negirin.”
Parlamenteran bi bîr xistin ku têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li dijî DAIŞ’ê ji aliyê civaka navneteweyî ve bi awayek erênî hat nirxandin û ev bang li dewletên rojavayî bi taybet rêveberiya Parîsê kirin:
“Ev rewş me hemûyan eleqedar dike, ne hinekan û divê em nehêlin artêşa Erdogan careke din êrîşî hevalbendên me yên Kurd bike. Em ji bîr nekin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên cîhadîst hatin destgîrkirin. Ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê ya Erdogan a li dijî Bakurê Sûriyeyê erêkirin, tê wateya bêîstiqrariya herêmê û xeteriyeke cidî li ser ewlehiya Ewropayê dê çêke.”
'Xwedî helwest bin'
Di deklerasyonê de her wiha hat diyar kirin ku pêwîstî bi misogerkirina ewlehiya saziyên kurd û aktivîstên kurd ên li Ewropayê dijîn bê kirin û wiha dewam kir: “Em weke parlamenterên xwedî nêrînên siyasî yên cuda yên li Fransayê, polîtîkaya şer a Erdogan şermezar dikin û bang li serok û rayedarên Ewropayê dikin ku xwedî helwest bin.”
Ji bo qada hewayî ya Bakurê Sûriyeyê ji firînê re bê qedexekirin û kurdên Sûriyeyê di asta navneteweyî de bêne parastin, 102 parlamenterên Fransayê bang li dewletên endamên Yekitiya Ewropayê û Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî prosedurên pêwîst bidin destpêkirin û ji bo çareseriyeke mayinde ya li herêmê, xwestin ku statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de bê naskirin.