Malbata Şenyaşar: Li ber deriyê edliyeyê berxwedaneke dîrokî heye

  • 13:26 31 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 510'emîn a Nobeda Edaletê de gotin:""Yek ji bajarên Tirkiyeyê yên herî xweşik Riha ye û li Rihayê di nava demên dawî de, li ser tevna xwe ya dîrokî mijara herî zêde tê axaftin, mijara deriyê Edliyeya Rihayê ye. Li ber wî deriyî berxwedanek dîrokî heye."
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a ku ji 9’ê Adara 2021’ê de didome di roja 510’emîn de berdewam kir. Malbatê, nobeda xwe ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir. 
 
Malbatê îro jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: "Yek ji bajarên Tirkiyeyê yên herî xweşik Riha ye û li Rihayê di nava demên dawî de, li ser tevna xwe ya dîrokî mijara herî zêde tê axaftin, mijara deriyê Edliyeya Rihayê ye. Li ber wî deriyî berxwedanek dîrokî heye."