Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji Şirnexê bang kir: Dawî li qirkirina daran bînin!
- 19:27 31 Tîrmeh 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li Şirnexê ji bo qirkirina daran daxuyaniyek girseyî da û destnîşan kirin ku bi demildest dawî li qirkirina daran bînin.
Bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo birîna daran daxuyanîyek girseyî hate lidarxistin. Daxuyaniya ku li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê hate dayin bi gelek beşdarbûna sazî û rêxistinên sîvîl pêk hat. Komeleya Hawirdorê ya Dêrsîmê, Koopereratîfa Kedê, Komeleya 78’an yê Amedê, TMMOB yê Şaxa Amedê, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirnexê, Baroya Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ta Mêrdînê beşdar bûn. Girseyê pankarta “Ji qirkirina ekolojî û daran re dawî bînin” vekirin.
‘Daristan hevsengiya xwezayê ne’
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Murad Bîlgîç ve hate xwendin. Murad, got: “Hemû bawerî ji bo berdewamiya jiyanê dar û daristanan di asta pîroziyê de digrin dest. Tenê bawerî na, hemû beşê zanînê jî daran ji bo berdewamiya jiyanê di asta herî jor de dibînin.
Dar û daristan hemanên sereke yên pergala jiyana xwezayî ne. Hevsengiya avhewayê saz dikin, hewayê paqij dikin, pêşî li zêdebûn û kombûna qarbonê digirin, hevsengiya av û axê saz dikin, qelîte û berhemdariya avê zêde dikin, zerarên ku ji dengê zêde, xaz û bayê pêk tên kêm dikin.”
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
“Daristan tenê ji daran pêk nayê, ew pergaleke ekolojiyê ya giştî ye. Ji ber vê bi kîjan sedemî dibe bila bibe, qirkirina daristanekê ya bi temamî an jî beşeke ji daristanê, tenê daran tune nake, pergala ekolojiyê bi temamî tune dike. Di xala 169'emîn a maqekanûnê de ev tê gotin;” Dewlet ji bo parastina daristanan û ji bo pêşketina qadên daristanan qanûnên pêwist bi karbtîne û tedbîran digire”.
‘Demildest pêşî li vê qirkirinê bigirin’
“Li hemberî vê zelaliyê di daneyên fermî de tê gotin ku di heft mehan de ji sedî heştê daristanên li Şirnexê kêm bûne. Li gorî vê daneyê divê ji bo parastina daristanên Şirnexê baldarî û hewldaneke taybet hebe, lê mixabin bi piştgirî û destûra dewletê li Şirnexê rojê bi hezaran dar tên qirkirin. Em vê qebûl nakin. Baş bizanin ku yên qesta hemû jiyanê dikin, ew ê her roj bertekeke xurtir li hemberî xwe bibînin. Mafê parastina jiyanê di hemû zagonên netewî û navnetewî de cihê xwe girtine. Heke demildest pêşî li vê qirkirinê neyê girtin, ji bo parastina jiyanê çi pêwîst be em ê wê bikin.
Ji ber van sedeman
*Bêyî ku bimîne sibê, îro divê pêşî li qirkirina daristanan were girtin.
*Divê lêpirsîna vê qirkirinê were kirin û yên ku rê li vê qirkirinê vekirine ji kar werin dûrxistin û werin cezakirin.
*Bi navê ewlehiyê qadên ku ji gel re hatine girtin divê ji nû ve bên vekirin ku gel careke din nehêle kes qirkirineke wiha bike
Di heman demê de em bang li hemû sazî, dezgeh û kesên têkildar dikin bi bêdengiya xwe nebin şirîkê vê qirkirinê.
Daxuyanî bi dirûşma “Xweza jiyan e jiyanê nekuje” bi dawî bû.