‘Mifteya aştiyê di destê Birêz Ocalan de ye’

  • 09:04 1 Tebax 2022
  • Rojane
 
WAN - Endamên Dayikên Aştiyê yên Wanê bertek nîşanî polîtîkayên şer ên bi destê AKP û PDK’ê didomin dan û diyar kirin ku divê ji bo aştiyê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bên. Her wiha bang kirin ku li dijî şer bi hev re bibin mertalên zindî û ji bo aştiyê têbikoşin.
 
Êrîşên bi polîtîkayên şer ên AKP-PDK’ê li herêmê tên meşandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriye û Herêma Federal a Kurdistanê jî didomin. Di çarçoveya êrîşan de qadên jiyanê hedef tên girtin û mînaka wê jî li Herêma Federal a Kurdistanê hat jiyîn. Li gundê Perexê yê navçeya Zaxoyê ya Duhokê li qadeke seyrangehê êrîş pêk hat û yek jê pitik 9 welatî hatin qetilkirin û ji 20 kesî jî zêdetir birîndar bûn. Bertekên li dijî êrîşê didomin. Endamên Dayikên Aştiyê ya Wanê jî di vê mijarê de bertekên xwe anîn ziman.
 
Em bibin yek
 
Dayika Aştiyê Zarîfe Bor destnîşan kir ku divê aştî demildest pêk bê û wiha vegot: “Bila êdî kes nemire. Ne gerîla, ne leşker û ne jî polîs. Ez bang li hemû dayikan dikim;Werin em bibin yek û vî şerî rawestînin.”
 
‘Tiştê Barzanî dike şerm e, qirêj e’
 
Zarîfeyê wiha dirêjî dayê: “PDK bi AKP’ê re hevkariyê dike û kurdan qetil dike. Tiştê Barzanî dike şerm e. Qirêje. Dema DAIŞ’ê êrîşê Iraqê kir, ger yekitiya kurdan tunebana wê DAIŞ têk neçûya. Bi saya yekîtiya kurdan felaketa mezin pêşî lê hat girtin. Barzanî bi ser kurdan de top û bombeyan dibarîne. Çekên kîmyewî bi kar tînin. Barzanî nûneriya gelê Kurd heq nake. Xwezî ne Kurdbûna. Ji bo pereyan îxanetê li kurdan dike.”
 
‘Barzanî îxanet li gelê xwe kir’
 
Saadest Oklu jî bi şermezarkirinê dest bi axaftina xwe kir û wiha bertek nîşan da: “Ez Dayika Aştiyê me. Ez dayikek kurd im. Ez Barzanî şermezar dikim. Lanet dikim. Ez naxwazim navê Barzanî bidim ser zimanê xwe. Ji ber îxanetê li gelê xwe dike. Zaxo bombebaran kirin 9 kes qetil kirin. Lê Barzanî derneket bertek nîşan neda. Negot çima hûn gelê min qetil dikin. Di wê komkujiyê de jî bi tabutên zarakan poz dan. Ev şerm e. Ev nikare bê qebûlkirin. Ez wek dayikekê ji vê rewşê şerm dikim.”
 
‘Em şer rawestînin’
 
Saadetê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê li welat pêvajoya aştiyê dest pê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo aştî pêk bê divê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re dest pê bikin. Ji ber ku pêkhatina aştiyê di destê Birêz Ocalan de ye. Mifteya aştiyê destê wî de ye. Bila tu kes nemirin. Bila canê kesî neşewite. Bila dayik rondikan nebarînin. Min di pevçûnan de kurê xwe winda kir. Canê min şewitî bila yên dayikên din neşewite. Ez bang li hemû dayikan dikim. Werin em bi hev re bibin mertal û ji bo aştiyê têbikoşin.”