Di tîrmehê de 31 gundên Şerewa û Şehbayê hatin topbarankirin

  • 12:25 1 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha tîrmehê de 31 gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê û kantona Şehbayê ji hêla Arteşa Tirk ve hatin topbarankirin û di encama êrişan de 6 welatî birîndar bûn.
 
Bîlançoya êrişên Arteşa Tirk û çeteyan a meha tîrmehê ya li ser navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê hate eşkerekirin.
 
Bîlançoya mehekê wiha ye:
 
"Di meha tîrmehê de 31 gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi dijwarî û bi çekên giran hatin topbarankirin. Di encama êrişan de 6 welatî û 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin bi mal û milkên welatiyan kirin.
 
Ev gund hatine bomberdûmankirin: Um Qura, Wehşiyê, Bênê, Aqîbê, Soxanekê, hirşê Soxanekê, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê, Til Qirah, Ziyaretê, Til Ecar, Îrşadiyê, Tinib, Minix, Semûqa, Kefer Entûn, Til Rifet, Dêr Cimêl, Şewarxa, Um Hoş, Hesacik, Şêx Îs, Til Madîq, Til Cîcan, Zîwan, Til Enab, Nêrebiyê, Hirbil, Meyasê û Birc Qas.
 
*Balafirên şer û yên keşfê bênavber li seranserî herêma Şehba û Şêrawa geriyan.
 
*Di meha tîrmehê de piranî bi dronan êrişî ser herêmê kirin. Bi taybetî jî li dijî bajarê Til Rifetê êrişên bi dronan pêk anîn.
 
* Her wiha 4 caran êrişên dronên xwekuj li ser herêmê çêbûn
 
* Ji ber topbarana li ser herêma Şehbayê 6 jinên Efrînî birîndar bûn. Jinên birîndar bûne di navbera gundê Şêx Îs û bajarê Til Rifetê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn hedefgirtin.” (ANHA)