Nobeda Edaletê: Em deng, çav û guhên girtiyên nexweş in

  • 16:58 1 Tebax 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di roja 93'yemîn a Nobeda Edaletê de parêzvanên mafên mirovan ên li ber Girtîgeha Kiriklar bang kirin wiha gotin:"Girtiyên nexweş tehliye bikin! Dawî li binpêkirina mafên li girtîgehan bînin! Mirinan bidin sekinandin."
 
Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine betalkirin bên berdan, li Îzmîrê di roja 93'yemîn de bi Platfroma ji bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tugluk azadî li ber Girtîgeha Kiriklarê dewam kir. Di çalakiyê de pankarta "Em deng, çav û guhên girtiyên nexweş in" hat vekirin. Endama platformê Hanife Çaçan daxuyaniya çapemeniyê xwend. 
 
Xizma girtiyan Fehime Poyraz berî daxuyaniyê got girtiyên nexweş û înfaza wan hatine betalkirin serbest berdin. 
 
Hanife Çaçan jî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan ên giran hene û got nia 651 jê bi giranî bi tevahî 1517 girtiyên nexweş hene. 
 
Hanife bi lêv kir ku divê li gor zagonan tev bigerin û got divê dawî li binpêkirina mafên li girtîgehan were. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Ji bo girtiyên siyasî azadî","Girtiyên siyasî rûmeta me ye" bi dawî bû.