Derketina li 3 zozanên Geverê hat qedexekirin

  • 14:30 4 Tebax 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Li 3 zozanên gundê Xirvate yê Geverê derketina zozanan hat qedexekirin. Leşkeran bang li şivanan kir û jê xwestin ku pezê xwe ji zozanan derxînin. Balkêş e ku Walîtiya Colemêrgê derheqê qedexeyê de heta niha tu daxuyanî nedaye.
 
Duh saetên nîvro ve zozanên Meydan Belek, Zoma Heleyîse û Çil Kaniya yên Xirvate ya Gever a Colemêrgê hat qedexekirin. Li gorî agahiyan, leşkerên li cihên serwer ên herêmê bang li şivanan kirin û biryara qedexeyê jê re ragihandin. 
 
Leşkeran şivan hişyar kirin û jê re gotin ku pezên xwe bibin deverên cuda. 
  
Şivanekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide têkildarî mijarê ev agahî dan: “Zozanên me yên ku me pezê xwe lê diçêrand, hatin qedexekirin. Niha dema dirûna giha ye lê cih nîne em sewalên xwe lê biçêrînin. Em nikarin di nava zeviyên li bajarokê jî biçêrînin. Heke zozan nebin, dê hemû pezê me ji birçan bimre. Banga me ji bo raya giştî ew e ku ji bo rakirina vê qedexeyê bikevin nava hewldanan. Ji bo ku sewalên me nemirin bila bo me çareseriyekê peyda bikin.” 
 
Walîtiyê Colemêrgê têkildarî biryara qedexeyê heta niha tu daxuyanî nedane.