TJA'yê, wêneyê Aysel Tugluk bi Pira Deh Derî darde kir

  • 16:57 4 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - TJA'yê, wêneyê siyasetmedar Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê bi Pira Deh Derî darde kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo siyasetmedar Aysel Tuglu a bi nexweşiya demansê li navçeya Sûrê ya Amedê çalakî li dar xist. Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Feleknas Uca û gelek TJA'yî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Jinan pankarta bi nivîsa "Ji bo hemû girtiyên nexweş azadî" bi Pira Deh Derî darde kirin. 
 
Her wiha jinan dirûşmên "Aysel Tugluk rûmeta me ye","Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. 
 
Welatiyên derûdorê jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.