
Bi erişên Tirkiyeyê yên li ser Til Rifatê 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
- 16:59 4 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi balafireke xwekuj êrişî navçeya Til Rifat a Kantona Şehbayê kir. Bi erişên Tirkiyeyê yên li ser Til Rifatê 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Tirkiyeyê bi balefireke xwekuj êrişî navçeya Til Rifat a Kantona Şehbayê kir. Di encama êrişê de 6 jê zarok bi giştî 9 welatî bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a Şehbayê. Hat zanîn ku rewşa birîndarekî giran e.
Navên birîndaran wiha ne:
Dîna Osman (6)
Mehmûd Xerîb Mamo (6)
Hisên Cemal Qasim (7)
Avrîn Ebdurehman Heyder (13)
Orîvan Mihemed Ebdo (15)
Ronahî Silo (27)
Hisên Beyrem Elîko (43)
Sebah Henan Hemo (10)
Azriya Ehmed Reşo (23)"