
ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
- 09:00 5 Tebax 2022
- Rojev
*Hevseroka HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Bêrîvan Bahçeçî têkildarî mîtînga HDP’ê ya di 6’ê Tebaxê de, wê li Amedê pêk were de bang li gelê Mêrdînê û herêmê kir. Bêrîvanê got li dijî tecrîd, kaos û polîtîkayên bê çaereseriyê werin em hêza xwe û dengê xwe bikin yek. Pêwîst e em helwesta xwe li dijî şer nîşan bidin û bêjin êdî bes e. DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bal kişandin li ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku divê kurd li dijî tecrîdê rabe ser piyan û li hemberî zilm û zextan jî tifaq bin. BI DÎMEN
*Êrîşên mezin ên baviksalar ên li hember tevgera jinan çêbûne. Lê zêdebûna tevgera jinê û yekitiya wan her çûye xurt bûye. Tevgerek civakî ya gelek jin ber bi xwe ve kişandiye. Ji ber vê jî baviksalariyê ji bo tevgera jinê qels bike stratejiyên cuda bi kar aniye. Sazbûnên baviksalar di mijara parçekirina tevgera jinê de bi ser ketine. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak ku hevala berê ya xebatê ya Aysel Tugluk bû, da zanîn ku çawa li Çevîk Bîr teşîsa demansê hatiye dayîn înfaza wî hatiye taloqkirin lê ya Ayselê nayê berdan û got desthilatdarî hewl dide Aysel Tuglukê bê hiş bihêle û înfaza wê taloq nake. BI DÎMEN
*Hevseroka DAD’ê Kadiye Dogan da zanîn ku êrîşên li hember malên cemê yên li Enqereyê organîzekirî ne û got: “Ez bang li hemû aliyên ku azadî wekheviyê dixwazin dikim ku ji bo jiyanek wekhev têbikoşin.” BI DÎMEN
*Rojnameger Melîs Cîddoglu û rojnameger Emel Vura ya bi şîdeta polîsan re hatin rû hev, diyar kirin ku zextên li hember rojnamegerên muxalîf zêde dibin û bang kirin ku divê rojnameger bi hev re di nav piştevaniyê de bin. BI DÎMEN
*Li gorî daneyên me ji ser çapemeniyê û çapemeniya civakî kom kirine di meha tîrmehê de 31 jin û 4 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetikirin û 12 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.