‘Ji bo çareseriyê werin mîtînga HDP’ê’

  • 09:01 5 Tebax 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Bêrîvan Bahçeçî têkildarî mîtînga HDP’ê ya di 6’ê Tebaxê de, wê li Amedê pêk were de bang li gelê Mêrdînê û herêmê kir. Bêrîvanê got li dijî tecrîd, kaos û polîtîkayên bê çaereseriyê werin em hêza xwe û dengê xwe bikin yek. Pêwîst e em helwesta xwe li dijî şer nîşan bidin û bêjin êdî bes e.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî Em in, Ji Şer û Dagirkeriyê Re Na!” di 6’ê Tebaxê de li qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar dixe. Ji bo amadekakriya mîtîngê di serî de li Amedê û herêmê xebat berdewam dikin. Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî bi beşdarbûna parlementeran re bi rojane kolan bi kolan, gund bi gund digerin û banga beşdarbûna mîtîngê dikin. Hevseroka HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî têkildarî xebatên mîtîngê de parvekirin kir.
 
‘Îktidarek bi şer xwe têr dike, li pêşberî me ye’
 
Bêrîvan di serî de mijara mîtîngê nirxand. Bêrîvanê bal kişand ser atmosfera heyî û got: “Îqtidara heyî bingeha xwe li ser şer û kaosan ava kir û niha jî ji bo xwe li ser lingan bigire van polîtîkayên xwe yên şer dide berdewamkirin. Şerê heyî bingeha xwe ji tecrîdê digire û bi êrişên ji derveyî sînor û li ser gel re tê berfirehkirin. Li Îmraliyê tecrîd tê meşandin, li ser girtiyan binpêkirinên mafan berdewam dikin. Siyasetmedarên muhalif hedef tên nîşandan û êrişên polîtîk ên taybet li ser gel tên meşandin. Ji derveyî sînor jî êrişek dijwar berdewam dike. Îktidara butçeya xwe ya zêdetirîn ji şer re vediqetîne dibe sedema qeyranên aborî yên her ku diçin kûr dibin jî. Ev hemû jî bingeha xwe ji tecrîdê digirin û tê berfirehkirin.”
 
‘Pêwîst e çi were kirin?’
 
Bêrîvanê da zanîn qeyranên li Tirkiyeyê berdewam dike û got: “Bi taybetî pêwîst e em êrşên ji derveyî sînor tên meşandin binirxînin. Ji ber sivîl tên qetilkirin û sûcên şer tên kirin. Ji bo ev pêk neyên pêwîst e em çi bikin? Divê di serî de tercrîd were şikandin bê guman. Divê gavên pêvajoya aştiyê werin avêtin. Bi taybetî hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk were.  Bi hevdîtinan re bê guman wê ji bo her beşa civakî pêvajoyek demokratik be. Ya ku em ji xwe bipirsin jî ew e ku ji bo ev pêvajo pêk were divê em çi gavê biavêjin be. Pêwîst e li derdora HDP’ê, li derdora siyaseta demokratîk em xwe rêxistin bikin. Divê em bi çalakiyan û girseyan re hêza xwe nîşan bikin.”
 
‘Ji bo demokrasiye werin mîtîngê’
 
Bêrîvanê herî dawî ev gotin kir û bangewaziya xwe dubare kir: “Weke rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo mîtînga were kirin me xebatên xwe bi rojane daye destpêkirin. Bi parlementer û rêxistina xwe re em gund bi gund, qad bi qad digerin. Em bi gel re dikevin nava têkiliyê. Em girîngiya mijarê ji wan re dibêjin û wan vedixwînin mîtîngê. Li dijî şer, li dijî dagirkeriyê em dibêjin çareserî HDP ye. Çareserî em in. Werin em ji bo çareseriyê gavekê biavêjin. Bila gelê me yê Mêrdînê, hemû rêxistin û saziyên sivîl her wiha kesên li pey demokrasiyê ne ji hêza me re bibin hêz. Werin em li qada Îstayonê ya Amedê bicivin.”