'Desthilatdarî hewl dide Aysel Tugluk bê hiş bihêle'

  • 09:04 5 Tebax 2022
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak ku hevala berê ya xebatê ya Aysel Tugluk bû, da zanîn ku çawa li Çevîk Bîr teşîsa demansê hatiye dayîn înfaza wî hatiye taloqkirin lê ya Ayselê nayê berdan û got desthilatdarî hewl dide Aysel Tuglukê bê hiş bihêle û înfaza wê taloq nake.
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li girtîgeha Kocaeliyê dimîne û teşîsa demansê lê hatiye dayîn,t evî hemû serlêdanên parêzerên wê rapora ATK’ê hincet nîşan didin kû nayê berdan. Herî dawî di 1’ê tebaxê de di doza qirkirina siyasî ya Kobanê de ji aliyê dadgehê ve bi zor îfadeya Ayselê hat girtin. Roja ku îfada Ayselê digirtin, înfaza Duyemîn Fermandariya Giştî yê demî Çevîk Bîr ku ji doza 28’ê sibatê cezayê muebetê lê hatibû birîn, ji ber teşîsa demansê lê hatibû dayîn înfaza wî hat taloqkirin. Aysel bi SEGBÎS’ê tevli dozê bû û di axaftinê de zehmetî kişand.
 
Parlamentera HDP’ê ya berê û hevala Ayselê, Selma Irmak der barê nêzîkatiya li hember Aysel Tugluk de nirxandin kir.
 
‘Aysel demên herî zor de xebat meşand’
 
Selmayê da zanîn ku rayagiştî Aysel Tuglukê ewil bi parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kiriye û got: “Ayselê ji wê demê heta dawiyê tu car sekna xwe baweriya xwe biryarbûna xwe winda nekir û her tim wisa hat nasîn. Tu car ji sekna xwe tawîz neda. Di pêvajoyên herî zor û zehmet de ku her kes bi fikar bûn wê peywir girt. Piştgiriyek mezin da siyaseta cîhanê jî. Hevseroka yekem e. Wê pêvajoyê rol û mîsyona xwe anî cih. Aysel bû hevseroka Partiya Civaka Demokratîk (DTP). Piştî DTP hat girtin, Aysel tevî hemû qedexeyan li meclîsê di mijara mafê jinan û mirovan de xebat meşand. Di pêvajoya hevserokatiyê de di 2016’an de em hatin girtin û Ayselê peywira cigiriya hevserokatiya giştî ya ji hiqûqa partiyê berpirs girt ser xwe. Wê demê ev berpirsyariyek mezin û giran bû. Hevserokên giştî hatibûn girtin. 9 parlamenter û gelek endam hatin girtin. Ayselê wê demê rolek girîng lîst. Girtina Ayselê jî ji ber xebata wê ya xurt bû. AKP û MHP’ê xwest pêşiya Ayselê bigirin.”
 
‘Canê kesekî bişewitiya yê Ayselê pirtir dişewitî’
 
Selmayê destnîşan kir ku bi salan bi Ayselê re xebitiye û wiha daxuyand: “Yên Ayselê nas dikin wê baş dizanin. Ew xwedî taybetiyek narîn bû. Li cihekî cuda yên cîhanê kesekî êş bikşanda wê hîsdikir. Di her windabûnê de gelek bi bandor dibû. Di binpêkirinên mafan de wijdana wê diêşiya. Ligel vê têkoşînek mezin dida. Girtîgehê bandorek mezin li ser Ayselê kir. Tevî vê Aysel çawa hat girtîgehê hema li gorî şert û mercan jiyana xwe biteşe kir. Lê mixabin tiştên di cenazeya dayika wê de hatin kirin bandorek mezin li ser kir. Ew ceza di şexsê Hatun Tugluk de li dayikan hatibû birîn. Mafê definkirina cenazê hat astengkirin û ev binpêkirina herî giran bû.”
 
‘Dixwazin bê hiş bihêlin’
 
Selmayê balkişand ser doza Kobanê û got dadgehê girtina îfadê li Ayselê ferz kiriye û wiha pê de çû: “Kîn û dijminahiya li hember Aysel Tugluk li hember Gelê Kurd û jinan hatiye kirin. Bi mehan de tevî ku Aysel gelek nexweşe tu pêngav nayên avêtin. Ji bo serdest û dîktatoran bêhiş hiştin rêbaza îşkencê ye. Hûn hiş tune bikin berxwedanê jî tune dikin. Di vî alî de hewl didin Ayselê bê hiş bihêlin. ATK rapora dikare girtî bimîne dide. Ev jî astên pêvajoya îşkencê ye. Li hember Ayselê hiqûqa dijminahiyê tê meşandin.  Roja ku îfada Ayselê digirtin, înfaza Duyemîn Fermandariya Giştî yê demî Çevîk Bîr ku ji doza 28’ê Sibatê cezayê muebetê lê hatibû birîn, ji ber teşîsa demansê lê hatibû dayîn înfaza wî hat taloqkirin. Yanî bi aşkera hiqûqa dijminahiyê tê meşandin. Gelo ev bêperwabûn ji ku tê? Bêguman ev cesaret ji bêdengî û bê cezabûnê tê girtin.”
 
‘Divê em wan zêdetir nerehet bikin’
 
Selmayê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rêxistinên demokratîk, Platfroma Ji bo Ayselê 1000 Jin ji bo Ayselê kampanya dane destpêkirin û divê zêdetir piştgirî ji bo van kampanyayan bê dayîn û wiha dawî lê anî: “Hikûmet, welatên navneteweyî dikarin zêdetir dengê xwe derxin. Ev dijhiqûqiya Tirkiyeyê bi zexta demokratîk dikare bê çewisandin. Divê her kes bala xwe bide vî dengî. Divê em wan zêdetir nerehet bikin. “