
Rêxistinbûna Elewiyan di hedefê de ye: Ji bo jiyana wekhev, banga têkoşînê
- 09:05 5 Tebax 2022
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan da zanîn ku êrîşên li hember malên cemê yên li Enqereyê organîzekirî ne û got: “Ez bang li hemû aliyên ku azadî wekheviyê dixwazin dikim ku ji bo jiyanek wekhev têbikoşin.”
Li Enqereyê di roja ewil a Rojiya Muharremê de li hember Mala Cemê ya Fatma Ana, li hember Mala Cemê ya Şahi Merdan, Komeleya Gokçebel a Gund û Weqfa Turkmen Alewî Bektaşî di 31’ê Tîrmehê de bi awayekî hevdem êrîş pêk hat. Di daxuyaniyên hatin dayîn de jî hat gotin ku êrîş ji aliyê kesekî ve hatiye kirin û hêzên pişt, êrîş veşartin.
Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan der barê erîşên bi awayekî hevdem li hember malên cemê pêk hatine axivî û li dijî êrîşan banga têkoşîna hevpar kir.
Ev ne ya ewil e
‘Êrîşek organîzekirî ye’
Kadriyeyê diyar kir ku li gorî agahiyên emniyetê dane gumanbar ji Îzmîrê hatiye û êrîş pêk aniye û gumanbar ji bo êrîşê rewa bike îfadeyên cur bi cur dane û wiha vegot: “Êrîş organîzkiribûn. Îfadeyên cur bi cur daye. Ev nêzîkatiyek bi xeter e. Gumanbar û hêzên pişt wî tên parastin û em ji ber vê rewşê bi fikar in. Bûyer wisa ne hêsan e. Divê hêzên pişt gumanbar bên derxistin û civak rehet bike. Divê bê fikirîn ku ev êrîş wê bibin sedemên çi. Ji paşerojê heta îro refleksa dewletê her tim wisa bû. Hewl didin bûyeran bidin jibîrkirin û hêzên pişt bûyerê deşîfre nakin.”
Hesreta wekhevî û azadiyê
Kadriyeyê destnîşan kir ku di bingeha êrîşa li hember Elewiyan de fikra yekparêz heye û nêrîna yek ziman, yek ol û yek nîjad van êrîşan xwedî dike û got ew di hesreta azadî û wekheviyê de ne. Kadriyeyê her wiha daxuyand ku ji bo vê têdikoşin. Kadiyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Elewî ji ber daxwazên xwe bi awayekî rêxistinkirî tînin ziman rastî êrîşan tên. Komkujiya Madimak, Mereş û Sêwasê jî ji ber vê pêk hatin. Îro jî bi heman zîhniyetê tev digerin. Li Tirkiyeyê tu êrîş ne tesaduf in.”
Banga têkoşînê
Kadriyeyê bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha dawî lê anî: “Dema Elewî dua dikin ji kevir, xweza, cîranan re dua dikin piştre ji xwe re dikin. Em civakek azad dixwazin. Ez banga têkoşîna hevpar li hemû kesî dikim. Ji bo jiyaneke wekhev û azad divê em bi hev re têbikoşin.”