
Cezayê hucreyê li Fatma Ozbay a bi nexweşiya pençeşêrê ye, hat birîn
- 09:11 5 Tebax 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Cezayê hucreyê li Fatma Ozbay a bi nexweşiya pençeşêrê ye û li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin, hat birîn.
Cezayê hucreyê li Fatma Ozbay a bi nexweşiya pençeşêrê ye û li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin, hat birîn. Hat diyarkirin bi hinceta cezayê dîsîplînê heye ew kirine hucreyê.
Fatmayê di 2018'an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Erziromê ji ber pençeşêra memikan hat emeliyatkirin. Bi vê yekê re memikê wê yê aliyê çepê hat girtin. Fatmayê 8 seans kemoterapi, 25 seans radyoterapi dît. Di 2019'an de Fatma anîn Girtîgeha Jinê ya Şakranê û di 2020'î de jî ji bo kontrola memikê wê yê rastê ew birin Nexweşxaneya Lêkôlîn û Perwerdeyê ya Katip Çelebî ya Îzmîrê. Li vir hat xwestin ultrason û mamografi werin girtin lê belê hat gotin "Sîstema kompiturê ya nexweşxaneyê hat hilweşandin" û dîsa Fatmayê anîn girtîgehê. Careke din jî Fatma nebirin nexweşxaneyê. Her diçe rewşa Fatmayê ne baş dibe û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.