Ayşe Acar Başaran piştgirî da dayika Ezgi Zerkin a hat qetilkirin

  • 12:28 5 Tebax 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran çû serdana dayika Ezgi Zerkin a ji aliyê Deniz Ozarslan hat qetilkirin. Ayşeyê diyar kir ku zagonên derdikevin hundurên wan vala ne.
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, çû serdana dayika Ezgi Zerkin a ji aliyê Deniz Ozarslan hat qetilkirin. Dayika Ezgiyê ya ku ji aliyê mêrê ku dixwest dev jê berde hat qetilkirin got:"Dewletê zaroka min neparast." Ayşeyê jî ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal piştgirî da dayika Ezgi Zerkin. 
 
Ayşeyê bi lêv kir ku tevî li dozgeriyê û qereqolê kujer hatiye gilîkirin jî û derbarê Deniz Ozaslan de biryara dûrxistinê jî heye lê belê ji ber polîkaya dewletê ya nikare jinê biparêze Ezgi hatiye qetilkirin. Ayşeyê anî ziman ku li vî welatî jin ji ber têkildarî tiştên tên jiyîn biryarê didin, tên qetilkirin û got berpirsê komkujiyên li ser jinan polîtîkayên dewletê yên zayendperest û dijminên jinan e. 
 
Ayşeyê diyar kir ku zagonên derdikevin hundurên wan vala ne û wiha got:"Em ê jin îktidarê bi van zagonên wan bişînin û soza me ji jinên hatine qetilkirin û malbatan ew e ku Peymana Stenbolê em ê pêk bînin."