Li Rihayê 'Nobeta Edaletê' 515 roj in didome
- 14:42 5 Tebax 2022
- Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 515 roj in didome, malbatê di çalakiya îro de ev peyam parve kir: "Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?"
Malbata Şenyaşar "Nobeta Edaletê" ya ku 9'ê Adara 2021'an de dabû destpêkirin, di roja 515'emîn de berdewam dike. Malbat serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat pêşiya Edliya Rihayê. Malbatê weneyên ambûlansê yê piştî qetilkirina 3 ferdên malbata xwe û dovîza ku li ser "Heke dewlet hebe edalet li ku ye? 515 roj in çima ev zilm berdewam dike?" nivîsandî hilgirtin û dest bi nobeda îro kir.
Ferit Şenyaşar diyar kir ku lêgerina wan a edaletê didome û wiha got: "Li Rihayê germahiyekî zêde heye û carnan pîleya germahiyê 60'an derbas dibe. Li gel vê yekê em nobeda xwe didomînin. Neheqiyek, zilmek heye li holê. Hemû rayedarên dewletê vê bêhiqûqiyê dibînin. Li vir ambûlansekî dewletê heye. Êrişekî li ambûlansa dewletê hatiye kirin wek êrişekî li rûmeta dewletê hatiye kirin e. Em dixwazin demildest li gorî dewleta hiqûqê tişta pêwist were kirin û dawî li vê zilmê were."
Ferît diyar kir ku ji ber nexweşînên dayika xwe dê îro nobeda xwe zû biqedînin û biçin nexweşxaneyê. Ferît xwest rayedar wezîfeya xwe bi cih bînin û got: "Êdî ji ber vê zilmê taqeta me nema."
Malbat di parvekirina li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal de jî qetlîama Roboskiyê bibîr xist û ev peyam parve kir: "Heke ku dewlet hebe, edalet li ku ye? Heke ku edalet hebe çima li pêşiya Edliyeya Rihayê ev 515 roj in zilm didome? Ji bo Robokiyê edalet, ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet."