
Ji bo mîtînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
- 15:45 5 Tebax 2022
- Rojane
STENBOL - Ji bo mîtînga HDP'yê ya bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" ku dê 7'ê tîrmehê roja yekşemê li Qada Kartalê bê lidarxistin, destûr hat dayîn.
Ji bo mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku dê roja 7'ê tîrmehê li Qada Kartala Stenbolê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li dar bixe, destûr hat dayîn. Komîteya Amadekar a Mitîngê serî li serî li Walîtiya Stenbolê da û ji bo li dar xistina mitîngê bersiva erênî hat dayîn.