HDP’yîyan li Sûrê fînala xebatên mîtîngê bi coş qedandin
- 20:11 5 Tebax 2022
- Rojane
AMED - HDP’yîyan xebatên mîtînga dê sibehê li qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin li Sûrê bi coşeke mezin qedandin. Welatiyên HDP’yî dîtin bi wan re geriyan û bi dirûşman pêşwazî kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na!” sibehê li qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mîtîng li dar bixe. HDP’iyan îro li gelek deveran xebatên mîtîngê yên dawî dan meşandin. Yek ji cihên xebatek girseyî lê hate meşandin navçeya Sûrê ya Amedê bû. Di şandeya HDP’ê ya Sûrê de Sezai Temelli, Feleknas Uca, Huseyîn Kaçmaz, Necdet Îpekyuz, Pero Dundar û rêxistina HDP’ê li gel hevserokê giştî yê Amedê Gulîstan Atasoy hebûn.
Şandeya HDP’ê ji meydana Şêx Saîd dest pê kir heya cadeya Gazî, Balikçilarbaşi, Melîkahmet, Deriyê Rihayê geriyan. Di kolanê de welatiyên HDP’yî dîtin wan dan rawestandin û xwestin bi wan re sihbetê bikin. Ciwanên derdoêr jî xwestin bi HDP’îyan re wêne bikşînin. Li ser eleqeya welatiyan xebat heya demek dirêj berdewam kir.
HDP’yî li cihê dest pê kirine, li meydana Şêx Saîd rawestiyan. Herî dawî Parlementer Sezaî Temelî bi tirkî û Pero Dûndar jî bi kurdî bangewaziya mîtîngê ya dawî kirin. Girse bi dirûşmên “Bijî Berxwedana HDP'ê” re bi dawî bû.