
ROJEVA 06'Ê TEBAXA 2022'YAN
- 09:00 6 Tebax 2022
- Rojev
* Jinên Şirnexê destnîşan kirin ku biryarên li hemberî siyasetmedara kurd Aysel Tugluk tên dayîn sepandina tecrîdê ye û banga serbestberdana Ayselê kirin û gotin: "Em zilma ku li girtiyên nexweş tên kirin qebûl nakin û her wiha em ê li qadan bibin dengê Ayselê." BI DÎMEN
*Sekretera Giştî ya Meclîsa Jinan a Komeleya Pîr Sultan Abdal Rukiye Kara bertek nîşanê berdana du gumanbarên ku êrişên saziyên Elewî û malên cemê kiribû, da û da zanîn ku êrîş bi çend kesan nayê kirin, dewlet komkujiyan teşwîq dike. BI DÎMEN
*Keştiya ji Brezîlyayê derket ku bi madeyên kîmyewî yên zehrî tijeye wê bînin tesîsa Alîaga yê. Jinan bertek nîşanê vê dan û gotin: "Tirkiye bûye sergoyê cîhanê û bi aşkera mirinê didin ber me." BI DÎMEN
*Dayika Remziye Temel a girtî Fatma Temel, diyar kir ku rojnamegerên ku li pey heqîqetê çûn niha girtîne û divê demildest bên berdan. BI DÎMEN
*Semîha Şahîn ya HDP’î ji bo mîtînga HDP’ê ya "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" bang kir û got: “Em ê bi gelê xwe re li dijî xizanî, şer û binpêkirinê, hêza çareseriyê ya HDP tîne ziman nîşan bidin.” BI DÎMEN
*Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 7'ê tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û got "Ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêkan çareser bikim", lê hikûmet tecrîdeke mutleq pêk anî û got: "Li ser mijara rakirina parêzbendiya min neaxivim, ji ber ku mijareke me ya esasî tecrîd heye." BI DÎMEN