Piştî Ekîn Wan 7 sal: Bû sembola têkoşînê

  • 09:43 10 Tebax 2022
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Di 7’emîn qetikirina Ekîn Wan de, siyasetmedara Kurd Tugba Hezer der barê şîdeta zayendî ya li ser bedena jinê de nirxandin kir û got: “Di wî wêneyî de ya ku hat teşhîrkirin bedena jinê bû yan jî dijminahiya dewletê ya li hember Kurdan bû? Tu tiştekî ku dewlet wek serkeftinê ji bo xwe binîvîse tune ye. Tu êrîşî jin û Kurd ji rêya wan nekir.”
 
Di 10’ê Tebaxa  2015’an de li Gimgimê ya Mûşê ku qedexeyên derketina derve li bajarên Kurdan didomiya, hemû rayagiştî ya cîhanê bû şahid ku di şerê tê meşandin de bedena jinê çawa tê bikaranîn. Kevser Elturk a YJA STAR’î (Ekîn Wan) ku li Gimgimê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, cenazeyê wê hat teşhîrkirin.
 
Hişmendiya jinê di temenê biçûk de dest pê dike
 
Ekîn li gundê Navre ya Ebex a Wanê  di 1986’an de tê dinê. Malbata wê ji gund koçî taxa Karşiyaka ya Îpekyol a Wanê dike. Ekîn di temenê biçûk de dibe xwedî hişmendiya jinê û li dijî serdestiya mêr serî hildide. Ekîn pirtûkan dixwîne û lêkolînê dike. Ekîn di 2008’an de berê xwe dide çiyan û tevli YJA-STAR’ê dibe.
 
Ekîn piştî têkoşîneke 9 salan a bi heybet, tê qetikirin û bedena wê hat teşhîrkirin. Jin li dijî vê daketin kolanan û bertekên mezin nîşan dan. Walîtiya Mûşê daxuyaniya ewil da û got ev rewş nikare bê qebûlkirin û got wê lêpirsîn bê destpêkirin. Midûrê Emniyeta Mûşê yê demî jî di daxuyaniyê da de hewl da serê îşkenceyê bigire û got ekîbên ji Erzirom û Wanê hatine ev îşkence kiriye. Tevî 7 sal di navberê de derbas bûye jî daraza mêr polîtîkaya xwe ya bêcezahiştinê careke din nîşan daye.
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer ku destnedan û parlamenteriya wê hat rakirin der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Teşhîr destpêka şerê nû bû’
 
Tugbayê da zanîn ku bi teşhîrkirina bedena Ekînê re pêvajoya şerê nû hatiye destpêkirin û got: “Ev 7 sal in li ser gelê Kurd gelek mînakên vê hatine dîtin. Waliyê Mûşê yê demî di daxuyaniya xwe de sûc qebûl kir lê tu tiştek nehat kirin. Berovajî vê serê bûyerê girtin. Xerakirina bajarên Kurdan berdewamiya pêvajoya bi Ekînê re dest pê kiriye. Em pêvajoyên ku mirov zindî hatin şewitandin jiyan. Bi siyaseta tasfiyekirina HDP’ê re qeyûm hatin tayînkirin, bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Ligel bedena tazî ya  Ekînê sê mêrên cil û bergên sivîl lê hene hebûn. Li Cizîrê jî di teşhîrkirina bedena du jinan de jî mêrê bi rûpoş cih girtin. Bi destê dewletê ev êrîş bi aşkera li hember Kurdan dihatin kirin.”
 
‘Pirsgirêka Kurd têkçûna desthilatdariyê amade dike’
 
Tugbayê her wiha ev tişt bi lêv kir: “Li Êlihê Îpek Er ji aliyê çawîsê pispor Musa Orhan ve hat tecawizkirin û Îpek ber bi mirinê ve bir. Dema mijar dibin jinên Kurd sûc heman in. Musa Orhan hat berdan. Yek armancek dewletê heye: tunekirina Kurdan. Pirsgirêka Kurd a ku tune dihesibînin niha têkçûna desthilatdariyê amade dike.Teşhîrkirina bedena Ekînê jî tirsa wan a li hember jinên Kurd bû. Desthilatdarî herî zêde jinên Kurd hedef digire. Jinên Kurd di dîroka cîhanê de nêrînek mezin afirand. Serkeftina jinên Kurd bêguman çavsorî û hêrsa wan mezin dike.”
 
Tugbayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Siyaseta Tirkiyeyê bi destê desthilatdariyê têk diçe û sedema vê jî ji ber têkoşîna Kurdan û jinên Kurd pêk tê. Em dîsa biçin roja ku bedena Ekîn Wan hat teşhîrkirin. Bi rastî ya ku hat teşhîrkirin bedena jina Kurd bû? An jî ya hat teşhîrkirina dijminahiya li hember gelê kurd bû? Gelo dijminahiya li hember jinê bû? Tu tiştekî ku dewlet wek serkeftinê ji bo xwe binîvîse tune ye. Tu êrîşî jin û Kurd ji rêya wan nekir.”
 
Em nûçeya xwe bi hevokek ji helbesta ku Ekîn Wan li rojinivîska xwe nivîsiye bi dawî dikin.
 
“Her keç û kurekî Kurdistanê, parçeyek ji agir in. Ew rêwiyên heqîqetê ne.
 
Sembola azadiya bêdawî ne.”