Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar 3 roj in tê astengkirin

  • 14:48 10 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a di roja 520'î de ye tê astengkirin. Wekîlê Serdozger diyar kir ku biryar kevn e û heta niha ji ber “niyeta baş” mudaxileyê malbatê nehatiye kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Nobed ket roja 520’î. Dayik û lawê xwe wek her roj vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. 
 
Nobeda Edaletê tê astengkirin
 
Dayik û lawê xwestin li ser derenceyên li ber Edliyeyê nobedê bigirin, polîsan wan di roja 3’yemîn de asteng kir. Bi dehan polîsên li ber edliyeyê kom bûn, destûr nedan ku malbat li ber edliyê nobedê bigire. 
 
Malbata Şenyaşar li gel parêzerê xwe Serhat Kurt çûn baxçeyê edliyeyê û polîsan wan dorpêç kir. Parêzer Serhat ji bo ku astengiya rûniştina malbatê a li ber baxçe bipirse û hîn bibe ji bo hevdîtinê çû dem dozger û hevdîtinê pê re kir. Malbatê jî xwest li ber edliyeyê rûnê û nobeda xwe bidomîne. Lê belê polîsan diyar kir ku rûniştin qedexe ye û rûniştinê asteng kirin. 
 
Ferît Şenyaşar bertek nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku dayika wî extiyar e û nikare xwe li ser pêya bigire. Amirek polîsan got dayik dikare li ser linga bisekine û ferman da polîsan ku destûr rûniştinê nedin û malbat dikare derbarê wî de gilî jî bikin. 
 
Polîsan mudaxileyî nûçegîhan kir
 
Di vê navberê de nûçegihanê ajansa MA'yê Emrullah Acar jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û destûr nedan dîmen û wêneyan bigire. Polîsan nasnameya Emrullah kontrol kirin û xwestin wî ji qadê dûr bikin. Tevî vê yekê jî Emrullah dîmen û wêne girtin, polîsan vêcarê mudaxileya fizîkî kir û telefona wî desteser kirin. Parêzer ketin navberê û nehiştin ku polîs Emrullah binçav bikin. 
  
Parêzer Serhat Kurt ê bi wekîlê Serdozger re hevdîtinê kir diyar kir ku biryara astengiya nobeda li baxçe ji berê ve li ser fermana dozgeriyê hatiye girtin û rûniştina li baxçeyê edliyeyê qedexe kirine. Serhat destnîşan kir ku wekîlê serdozger îdia kiriye ku nêzî 100 roj in wan ji bi “niyeta xwe baş” mudaxileyî malbatê nekirine. Serhat diyar kir ku wan ferman daye polîsan heke malbat rûniştina bi pankart û bêpankart pêk bîne wan derxin derve. 
 
Malbatê li ser astengiya polîsan li “Kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” nobeda xwe girt. 
 
Nobed didome
 
Malbatê di nobedê de wêneyên her sê ferdên mala xwe ku li ser pankarta bi nivîsa “Ji bo her kesî edalet” vekir û dovîza “Dozgerên ku edaletê pêk nayînin li betlanê ne û nobeda me jî di roja 520’î de ye” û wêneyê ambûlansa ku roja qetlîamê bi êrişê re rûbirû mabû bi bariyeran ve daliqandin. 
 
'Sê roj in nobeda me tê astengkirin' 
 
Ferît Şenyaşar bertek nîşanî astengiyê da û got: “Sê roj in nobeda me tê astengkirin û mudaxile lê tê kirin. Yanî walî û polîs dixwazin me ji vir dûr bikin. Daxwaza me edalet e. Bi sedan polîs sê roj in me asteng dikin. Dema em diçin baxçeyê edliyeyê qey meriv dibêje qiyamet rabûye. Bêhiqûqiyek li holê heye. Qetlîamek hatiye kirin, qetlîam li ber kamerayan û çavê xelkê hat kirin. Em biryarek ku dilê civakê rehet bike dixwazin. Heta ku edalet bicih were wê doz û têkoşîna me berdewam bike. Wekîlê dozger gotiye ‘me ji niyeta xwe baş mudaxile nekiriye’. Niyeta we ya baş ew e ku em di vê germa ku 60 pile ye de rûnên?”