ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:02 11 Tebax 2022
  • Rojev
*Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Leyla Ehmed a li Rojavayê Kurdistanê di nava xebatên çand û hunerî de cihê xwe digire li dijî êrişên dewleta tirk bertekên xwe nîşan da û got:"Em ê wekî tevgera çand û hunerê gefên dewleta tirk pûç û vala bihêlin."DÎMEN HEYE
 
*Lîstikvan Nur Surer der barê Xelata Rumetê ya Seranserê Jiyanê ku girt û diyariyê Dayikên Şemiyê kir de axivî û got: “Dayikên Şemiyê bi erdê re tên kaşkirin. Hemû derdê wan aqûbeta windayan e. Wek Dayikên Şemiyê jî dibêje em ê vegerin Qada Galatasarayê.” DÎMEN HEYE
 
*Hatun Aysel a 2 sal in li Turgutlu ya Manîsayê dijîn da zanîn ku ew karkeriya demsalî dikin ligel şert û mercên giran ew bi nîjadperestiyê re tên rû hev û got: “Sala borî konê birayê min wan şewitandin. 4 kon bi alavan şewitandin. Hêza wan têr bike dîsa wê bikin. Lê têr nake. Ji ber em gelek qelebalix in.” DÎMEN HEYE
 
*Girtiyên jin yên li girtîgeha Sîncanê dimînin diyar kirin ku di dema hevdîtinê de gardiyanan di bin navê lêgerînê de ew tacîz kirine û gotin: “Der barê gardiyanên di lêgerînê de tacîzê dikin biryara neşopandinê tê dayîn. Dest didin cihê genîtal û etekan radikin. Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Em banga hestiyariyê dikin.”